Hêvî Mistefa: Ji bo rizgarkirina Efrîn a dagirkirî berxwedaneke bêhempa heye

Hevseroka berê ya Kantona Efrînê Hêvî Mistefa bal kişand ser berxwedana bêhempa ya ji bo rizgarkirina Efrînê ji bin dagirkeriyê û destnîşan kir ku ew hêviya xwe ti carî qut nakin.

Cîgira Hevserokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Hevseroka Kantona Efrînê ya berê Hêvî Mistefa li ser sîstema ku li Efrînê dihat meşandin û beriya dagirkeriyê axivî û wiha got. ''Li Efrînê di dema Rêveberiya Xweser de pergaleke xweser hebû û hemû gelên herêmê bi hev re bi awayekî aşitiyane dijîn. Di hundirê pergala Rêveberiya Xweser de her kesekî xwe bi ziman û nasnameya xwe îfade dikir. Cara ewil bû ku gelê Efrînê xwe ew qas azad hîs dikir û gelên li Sûriyeyê û her derê ku şer lê berdewam dikir, bûn penaber û berê xwe dabûn Efrînê. Her wiha taybetmendî û dewlemendiya axa Efrînê bû sedem ku planên mezin û êrîşên giran li ser herêma Efrînê werin kirin."

Hêvî Mistefa qala destpêka êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê kir û axaftina xwe wiha domand: ‘’Di 20'ê Çileyê de dema ku balafirên dewleta Tirk li ser asîmanê Efrînê digeriyan û  êrîşên dewleta Tirk dest pê kirin, Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê seferberî îlan kir û hemû saziyên Rêveberiya Xweser karên xwe rawestandin û hemû sazî bi gelê xwe re bûn yek û bi hev re li kêleka şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) sekinîn û berxwedaneke bêhempa hate nîşandan."

Hêvî Mistefa bal kişand ser Berxwedana Serdemê û çavkaniya wê û ev yek anîn ziman: ‘’Dema qala Berxwedana Serdemê tê kirin, kesên ku nebûbûn şahidê wan 58 rojan dibêjin ku li hemû welatan şoreş û berxwedan çêdibe, lê cudahiya berxwedana Efrînê ew bû ku cara ewil bû ku şervan û gel bi hev re di nava tekoşînê de bûn û di 58 rojan de ji zarokên 7 salî heya kesên 70 salî her kesê berê xwe dabû berxwedanê. Di eniyên şer de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li kêleka wan dayîkên ku ji wan re xwarin amade dikirin, gel bi zarokên xwe li qadan bûn û xwepêşandan li dar dixistin. Her wiha beşeke ji gel şikeft paqij dikirin, ji bo  gelê xwe ji êrîşan biparêzin û her wekî din di wê berxwedanê de her karek di nav xwe de hatibû dabeşkirin û ji ber vê yekê navê wê bû Berxwedana Serdemê."

Hêvî Mistefa qala siyaset û politîkayên qirêj ên dewleta Tirk ên ku wê serdemê li ser Efrîn û gelên Efrînê ferz dikir, kir û got: "Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi awayên cuda her berdewam bûn û di êrîşên xwe yên destpêkê de diyar kir ku dixwest gelê li herêmê bitirsîne ku gel ji mal û axa xwe biterikîne. Dewleta Tirk a dagirker difikirî ku wê du yan sê rojan êrîş bike û her tiştî bi dawî bike. Lê belê dema ku dît berxwedaneke mezin heye û ev herêma biçûk ewqasî li hember balafirên dewleteke endamê NATO'yê li ber xwe dide. Her wiha li kêleka wan polîtîkayên xwe yên qirêj binesaziyên herêmê jî rûxandin. Rêyên avê, firin, stasyonên ceyranê, nexweşxane, dermanxane û hemû binesaziyên ku xizmeta civakê dikin,  hedef girtin da ku derfetên jiyanê li pêşiya gel nemîne û gelê ku li ber xwe dide bi neçarî ji herêmê derkeve û Efrîn vala bibe û piştre  li herêmê guhertineke demografîk pêk bîne."

Hêvî Mistefa di dewama axaftina xwe de bal kişand ser komkujiyên ku Dewleta Tirk li dijî sivîlan pêk dianî û ev yek anîn ziman: "Dewleta Tirk gelek caran komkujî li dijî sivîlan pêk anî, derbarê wê de jî Rêveberiya Xweser pir caran hewl da ku raporên xwe yên fermî bi rêya têkiliyên derve re vî sûcî ji raya giştî re parve bike. Her kesî jî digot ku rast e, mafê we heye û dewleta Tirk sûcên şer û qanûnî dike. Lê belê biryara wan saziyên ku bi navê mirovahî û demokrasiyê kar dikin, ya der barê  van sûcan de girêdayî siyaseta dewleta Tirk e. Ji ber her kesekî dixwest li Efrînê berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker werin parastin û çavê xwe ji vê yekê re digirtin da ku siyaseta dewleta xwe biparêzin."

Hêvî Mistefa di axaftina xwe de anî ziman ku girêdan û dilsoziya xelkê Efrînê ya ji ber darên zeytûnê bû sedem ku berxwedan mezin bibe û ev anîn ziman: "Weke Rêveberiya Xweser wê demê me dizanî ku gelê me li kêleka me ye, me dizanî ku girêdan û dilsoziya xelkê Efrînê ji ber darên zeytûnê ye. Her wiha pergala Rêveberiya Xweser a li Efrînê di çar salan de weke xewnekê bû û cara ewil bû ku gelê herêmê xwe bi pergala Rêveberiya Xweser bi rê ve dibir, xwe bi zimanê xwe îfade dikirin û zarokên xwe didan xwendin û ala xwe li bajarê xwe bilind dikirin. Bi şervanên xwe, helwesta berxwedanê zêdetir bû û bi hezkirin û eşq rêveberiya xwe dane ragihandin û sazî û asayîşa xwe bi rê ve dibirin. Li aliyekî din girêdana gelê herêmê ya bi axa wan hişt ku Berxwedana Serdemê mezin bibe û demeke dirêj dom bike."

Di dawiya axaftina xwe de Cîgira Hevserokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Hevseroka Kantona Efrîn ya berê Hêvî Mistefa bang ji gelê Efrînê kir da ku hêviyên xwe qut nekin û wiha got: "Efrîn niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, lê belê li hemberî vê dagirkeriyê berxwedaneke bêhempa heye. Berxwedana gelên Efrînê li Şehbayê û li her deverên din bêsekin dewam dike. Li aliyekî din jî em banga xwe ji gelên aştîxwaz û demokratîk re dikin ku nerazîbûnên xwe li dijî dewletên xwe bidin nîşandan da ku hesab ji dewleta Tirk were xwestin û vegereke ewle ji gelê Efrînê re hebe."