ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şehba, Şêrawa û Minbic hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker gundên Şehba, Şêrawa û Minbicê nîvê şevê bombe kir. -
Li Kobanê 20’emîn salvegera damezrandina PYD’ê hate pîrozkirin
Li Herêma Firatê 20’emîn damezrandina PYD’ê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. -
Dagirkeran bombe li gundekî Eyn Îsayê barandin
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Ebû Nînûna yê Eyn Îsayê barand. Kesek birîndar bû. -
Li Hesekê di şerê çete-Şamê de 7 sivîl birîndar bûn
Li xaçerêya asayîşê ya Hesekê di navbera hêzên hikûmeta Şamê yên bi navê Dîfa El Wetenî û çeteyan şer derket. Di nava wan de yek jê zarok 7 sivîl birîndar bûn. -
TEV-DEM'ê êrişa li ser KNK'ê şermezar kir
TEV-DEM'ê êrişa li ser Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya KNK'ê şermezar kir û ji bo parastina destketiyên gel û şerê gel ê şoreşgerî bang kir. -
Rêveberiya Xweser: Divê rê li ber êrîşkariya Tirkiyeyê bê girtin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê têkoşîna li dijî terorê asteng dike. Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtina li ber zêdegaviyên Tirkiyeyê jî bang kir. -
Cenazeyê şehîd Hisên El Xelîl li Dêrezorê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Hisên El Xelîl bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El Hemade ya gundewarê rojavayê Dêrazorê hat veşartin. -
Xelkê herêma Firatê serdana malbata Canda kir
Xelkê herêma Firatê ji bo sersaxiyê serdana malbata Canda Cûdî kir ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. -
Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di êrîşa balafirê bêmirov de şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku endamê wan ê bi navê Eyman Çolê di êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Qamişlo şehîd bûye. -
Cenazeyê Şehîd Sîpan Efrîn li Şehbayê hate veşartin
Şervanê YPG'ê Sîpan Efrîn ku 14'ê Îlonê li Helebê şehîd bû, li Şehbayê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Cenazeyê Şehîd Şervîn Serdar li Hesekê hat veşartin
Di merasîma veşartina cenazeyê endama Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya YPJ’ê Şehîd Şervîn Serdar de peyama rakirina tola şehîdan û mezinkirina têkoşînê hat dayîn. -
Di êrîşa dewleta Tirk de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirin şehîd bûn
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de, 2 endamên wan şehîd bûne û 8 kes jî birîndar bûne. -
Dewleta Tirk li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîtek bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîtek bombebaran kir. -
Cenazeyê Canda Cûdî li Kobanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Cenazeyê endama Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Canda Cûdî (Sara Ebdî) li Kobanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Bi hezaran kes li Şehbayê ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan
Li Şehbayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Dayikên Aştiyê meş hat kirin. Bi hezaran kesên ku ji bo meşê li hev civiyan gotin, “Em ê Rêber Apo azad bikin." -
Xelkê Hesekê êrîşa PDK’ê protesto kir
Êrîşa PDK’ê ya li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku bi hevkariya dewleta Tirk hewl dide plana qirkirinê bixe meriyetê, li Hesekê bi meşekê hate protestokirin. -
Li Kobanê Jîna Emînî bi çalakiyekê hat bibîranîn
Bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê polîsên Îranê ve, bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê çalakî hat lidarxistin. -
Cenazeyê Şehîd Nûcan Ocalan hat veşartin
Cenazeyê Nûcan Ocalan ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirer ên li dijî Minbicê de şehîd bibû, bi merasîmekî hat veşartin. -
Bi hezaran jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketin qadan
Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hezaran jin derketin qadan û Jîna Emînî bi bîr anî, silav li salvegera berxwedanê kir. -
Bi hezaran xelkê Herêma Firatê derketin qadan
Bii hezaran xelkê Herêma Firatê ji bo salvegera şoreşa jin a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşmeya “Bi jin jiyan azadî re ber bi şoreşa jinê” daketin qadan. -
YPJ: 3 hevrêyên me şehîd ketin
YPJ diyar kir di êrîşa dewleta Tirk de li Minbîcê endamên Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya YPJ’ê û fermandara Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê Şervîn Serdar, Nûcan Ocalan û Canda Cûdî şehîd ketine. -
‘Tifaqa Hevpar’ a li Minbicê, artêşa Tirk ji hev de xist
Êrîş û planên dagirkirina Minbicê ya artêşa Tirk ku bi salan e xelîfetiya DAÎŞ’ê dike, ji 1’ê Îlonê ve, bi berxwedana şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û xelkê herêmê, pûç bûn. Gel û şervanan diyar kir ku ew ê li dijî êrîşan bi hev re li ber xwe bidin. -
‘Di êrîşa hewayî de 2 şervanên me şehîd bûn’
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî wesayîteke meclisê de, 2 şervanên jin şehîd bûne û 2 jî birîndar bûne. -
‘Bi berxwedana Kobanê DAÎŞ û dewleta Tirk têk çûn’
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Firatê, diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk, bi berxwedana Kobanê têk çûne. -
Kongra Star ji bo rêxistiniyeke xurt bang li jinan kir
Meclîsa Kongra Star bi wesîleya şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' daxuyanî da û got, "heta ku serketinê bi dest bixin, em jin divê xwe hîn bi xurtî bi rêxistin bikin."