‘Cezayên nû nîşan didin ku ew ji fikrên Rêber Apo ditirsin’

Endamên Meclîsa Navçeya Şêran a Kobanê diyar kirin ku gel deyndarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û gotin: “Divê tecrîda li Îmraliyê rabe, çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye.”

4 sal in bi ti rengî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Ji bo 3 mehan qedexeyeke din a hevdîtina bi malbatê re dan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş. Têkildarî vê yekê şêniyên Kobanê ji ANF’ê re axivîn.

Hevserokê Meclîsa Navçeya Şêranê Xelîl Mehmûd ku yek ji kesên Abdullah Ocalan dîtî ye, diyar kir ku tevahî hêzên desthilatdar ji fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ditirsin û got: "Divê gelê me êdî rabe ser piyan, em deyndarê Rêber Apo ne. Ev tecrîda heyî jî bi destê NATO û tevahî rêxistinên ku qaşo dibêjin em ji bo mafê mirovan hatine erkdarkirin, tê pêkanîn. Kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn tenê li îmraliyê ye.

Em êdî xwedî îrade ne, em ê li ber xwe bidin û Rêberê xwe azad bikin. Ev bû 4 sal ti agahî ji Rêberê me tune ye, em ê êdî vê tecrîdê dawî lê bînin û em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

Endamê Meclîsa Navçeya Şêranê Mustafa Hemî jî têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cezayê nû hatî dayîn, ev nirxandin kir: " Tecrîd di hundirê tecrîdê de li ser Rêber Apo dane ferzkirin. Dixwazin di şexsê Rêber Apo de hemû Kurdan tecrîd bikin.

Ew ji fikrên Rêber Apo ditirsin, lewma desthilatdarî naxwaze peyamek ji Rêber Apo derkeve. Ne tenê dewleta Tirk lê tevahî dewletên desthilatdar û NATO û hemû dewletên hegemon vê tecrîdê li ser Rêber Apo didin meşandin, roj bi roj tecrîd girantir dibe, lê hemû dinyayê xwe ji vê yekê re kor kiriye û bêdeng kiriye. Ew jî diyar dibe ku ev tecrîd bi destê hemûyan tê pêkanîn."