Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan

Xelkê Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya.

LI DIRBÊSIYÊ MEŞ

Bi sedan şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.

Xwepêşandêran bi hildana wêneyên Abdullah Ocalan, alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), pankartên "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" ji pêşiya Qada Jinan a li bajêr dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo"  û "Na ji bêdengiya navneteweyî re" hatin berzkirin.

Xwepêşandan li çerxerêya Şaredariyê rawestî û veguherî mîtingê.

Di mîtingê de hevseroka rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajêrê Dirbêsiyê Diyana Ebdullah axivî. Diyana tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk û hêzên navneteweyî ji pergala nû anku gel xwe bi xwe xwe bi rêve bibe ditirsin lewma tecrîdê giran dikin.

Diyana bêdengiya rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên NY’ê şermezar kir û got ew berpirsên tenduristiya Abdullah Ocalan in.

Diyana bang li rêxistinên hiqûqî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û got, ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan divê gel her tim li qadan be.

Mîting bi berzkirina dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.