ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
‘Bi berxwedana Kobanê DAÎŞ û dewleta Tirk têk çûn’
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Firatê, diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk, bi berxwedana Kobanê têk çûne. -
Kongra Star ji bo rêxistiniyeke xurt bang li jinan kir
Meclîsa Kongra Star bi wesîleya şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' daxuyanî da û got, "heta ku serketinê bi dest bixin, em jin divê xwe hîn bi xurtî bi rêxistin bikin." -
'Berxwedana Kobanê bi pêşengiya jinan bi ser ket'
Firyaz Berkel bi wesîleya 9’emîn salvegera berxwedana dîrokî ya Kobanê axivî û got, “Jina Kurd di cîhanê de tarîfeke nû ji azadiyê û ji jinê re da. Berxwedana Kobanê bi pêşengiya jinan bi ser ket.” -
‘Kobanê ala azadiyê ji nû ve li ba kir’
Bajarê herî piçûk bû yek ji kelehên berxwedanê yên herî mezin, Kobanê di nava rûpelên dîrokê de, destana lehengiyê nivîsî. 134 rojan, bi lehengî û bi her awayî li ber xwe da. Di şerê Kobanê de her bihustek bû destan û efsane. Wê Kobanê her wisa bimîne. -
Siyaseta 'Em Sûriyeyiyan hembêz dikin' a Enqereyê têk çû
Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2022'an û vir ve 26 hezar û 480 koçber dersînor kir. -
Li Tirbespiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan
Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin. -
Li Minbicê çeteyek hate kuştin
Li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê ku bênavber bombeyan li gundê Mihsenlî yê Minbicê dibarînin, hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê çalakî kirin. Di encamê de çeteyek hate kuştin. -
Li Til Temirê zarokekî 13 salî birîndar bû
Li gundekî navçeya Til Temir a Kantona Hesekê teqemeniyeke ji ber çeteyên DAÎŞ'ê mabû, zarokek birîndar kir. -
Li herêma Firatê komxebata ‘Bi çanda xwe em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin’
Bi dirûşmeya ‘Bi çanda xwe em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin’ Tevgera Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Hîlala Zêrîn li ser jin, çand û Rêbertî komxebatek li dar xist. -
Li Efrînê teqîn: Mirî û birîndar hene
Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, wesayitek teqiya. -
'Di şoreşa ziman de wê gavên hîn mezin bêne avêtin'
Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Bekir Ceradê têkildarî dewama xwedinê a li Herêma Firatê got, "Di şoreşa ziman de gavên mezin hatin avêtin, wê hîn jî bêne avêtin." -
Li Dêrezorê serçeteyekî DAÎŞ’ê hat girtin
QSD'ê ragihand ku hêzên taybet li bajarokê Bisêra yê Dêrazorê serçeteyekî DAÎŞ'ê girtiye. -
Serdana malbata Şehîd Berxwedan hate kirin
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî ji malbata şehîd Şoreş Berxwedan re xwest. -
Til Temir hate bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker gundekî Til Temirê bi dijwarî bombebaran kir. -
Dewleta Tirk li Efrînê kesekî din revand
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kesekî din jî revand. -
Li Herêma Firatê dewama xwendinê ya salê destpê kir
Mîna li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li herêma Firatê jî dewama xwendinê ya salê bi kêfxweşî destpê kir. -
QSD’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
QSD′ê ragihand ku di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de şervanê wan Mihemed Raxib El Kurdî (Resûl) şehîd bûye. -
Li Minbicê meşa piştgiriyê ji bo QSD’ê: Em ê bajarê xwe biparêzin
Li Minbicê ji bo piştgiriya QSD’ê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk radibe, meş hat lidarxistin û wiha hate gotin: “Em ê li gel hêzên xwe yên leşkerî bajarê xwe biparêzin û li pey şopa şehîdên xwe bin.” -
Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê yekemîn çalakiya xwe li dar xist
Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernameya xwe ya çalakiyan eşkere kir, îro yekemîn çalakiya xwe li dar xist. -
Dewleta Tirk li Racoyê kesek cara duyemîn revand
Teşkîlata îstixbarata dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê welatiyek ku berê jî revandibû, cara duyemîn revand. -
Dewleta Tirk li Girê Spî ciwanek qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker li kantona Girê Spî ciwanekî ji eşîra Êla Cîs a Erebî qetil kir. -
Xelkê Şêrewayê li dijî tecrîdê meşiya
Xelkê Şêrewayê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya. -
HRE'yê bîlançoya mehekê eşkere kir: 11 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bîlançoya çalakiyên li dijî dagirkerên dewleta Tirk a navbera 9'ê Tebaxê û 5'ê Îlonê eşkere kir. Hate ragihandin ku di çalakiyan de herî kêm 11 dagirker hatine kuştin. -
Gundekî Şerayê bi giranî tê bombekirin
Gundekî navçeya Şera ya kantona Efrînê, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi hawan û obusan hate bombekirin. -
Çeteyan careke din hewl dan xwe berdin nava gundên Minbicê
Dewleta Tirk a dagirker careke din hewl da xwe berde nava gundên li bakurrojavayê Minbicê. Şerekî giran qewimî.