HRE: Li Marê û Ezazê 10 dagirker hatin kuştin

HRE’yê ragihand ku wan li Marê û Ezazê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker du çalakiyên serdegirtinê lidar xistine û herî kêm 10 dagirker hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî çalakiyên xwe yên li dijî çeteyan ên dawîn agahî dan.

HRE’yê diyar kir ku hêzên wan di 19 û 20’ê Tîrmehê de li xeta Marê û Ezazê 2 çalakiyên serdegirtinê lidar xistine.

Di dewamê de hate gotin: “Roja 19’ê Tîrmehê li xeta Marê hêzên me ji du baskan ve ketin nava çeperên dijmin, hêzên me derbeke giran li çeteyên dagirker xist, mevzî û çeperên dijmin bi temamî rûxandin û dagirkerên li wir ceza kirin. Her wiha hêzên me çûn ser cenazeyekî dijmin. Di encama vê çalakiyê de yek jê fermandar, 4 dagirker hatin kuştin û 4 dagirker jî birîndar bûn. Her wiha erebeyeke doçkabarkirî jî hate derbkirin.”

Têkildarî çalakiya xwe ya 20’ê Tîrmehê jî HRE’yê ev agahî da: “Roja 20’ê Tîrmehê li xeta Ezazê hêzên me çalakiyeke serdegirtinê li ser çeteyên dagirker li dar xist, çeper û mevziyên dijmin hatin rûxandin û hêzên me çûn ser cenazeyên dagirkeran. Di encama vê çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin û 3 çete jî birîndar bûn. Di heman demê da 2 erebeyên leşkerî hatin îmhakirin. Di vê çalakiyê de 3 çekên AK-47, 2 rext, 11 jarjorên AK-47’yan, telefonek, cîhazeke muhabereye ya HYT, çenteyek, pîlên termalê û miqdareke zêde ya fîşekên AK-47’yan ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî çalakiyên wan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî sivîlan kiriye û hate gotin: “Piştî çalakiyên bibandor ên hêzên me dewleta Tirk a dagirker û tevî çeteyên xwe bi awayekî namerdane dîsa li pêş raya giştî bi tank, obîs, hewan û doçkayan gundewarên Şehbayê yên koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê lê dijîn, kirin hedef. Di encama vê yekê de jî şêniyek birîndar bû û her wiha mal û milkên gelê me ji ber êrîşên bêexlaq zirar dît.”

Her wiha HRE’yê diyar kir ku “li hember êrîşên dijmin dê çalakiyên me yên bersivdayînê bidomin”.