BI DÎMEN

Xelkê Kobanê li dijî tecrîdê meşiya

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.

Ji bo 3 mehan qedexeyeke din a hevdîtina bi malbatê re dan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş. Li dijî vê biryarê gelê Kantona Firatê daket qadan. Gel ji Qada Jina Azad li hev kom bû û heta qada Aşitî meşiya.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bê navber dirûşmeyên “Bê Seroka Jiyan Nabe” û “Bi can û bi xwîn em bi te re ne ey Serok” hatin berzkirin.

Piştî ku meş gihîşt qada Aştî ji bo bîranîna şehîdan deqeyekê rêz hat girtin û piştre daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl ve hate xwendin.

Sara Xelîl ev tişt diyar kirin: “Dewleta faşîzm careke din cezayê hevdîtinê da Rêberê me. Ev 4 sal in ti agahî ji Rêberê me nayê wergirtin, em ji dewleta Tirk re dibêjin wê nikaribe bi tecrîdê me û Rêberê me ji hevdû qut bike."