ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Gundên Minbicê bi çekên giran hatin topbarankirin.
Dagirkeran gundên Kantona Minbicê bi çekên giran topbaran kirin. -
Li Dêrazorê 2 şervanên QSD’ê şehîd bûn
QSD’ê ragihand ku di êrîşa li ser Dêrazorê de 2 şervanên wan şehîd bûn. -
Eşîreta Igêdat: Em li kêleka QSD’ê ne, kesên li ser navê me diaxvin temsîla me nakin
Şêx û rûspiyên eşîra Igêdat gotin, “Em li kêleka QSD’ê ne, kesên li ser navê me diaxvin temsîla me nakin. Em ê li dijî her curê gefan axa xwe biparêzin.” -
QSD: Yek jî serçete 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
QSDˊê ragihand ku di operasyoneke bêbandorkirina şaneyeke DAÎŞˊê li rojavayê Dêrazorê de yek ji serçete 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin şuştin û yek jî hate girtin. -
Xelkê Minbicê li dijî êrîşan meşiyan: Em ê axa xwe biparêzin
Şêniyên kantona Minbicê ku êrişên hêzên hikumeta Şamê yên li ser Dêrazorê şermezar kirin û gotin: “Em ê êrîşan bê bersiv nehêlin. Em ê di her şert û mercê de axa vî welatî biparêzin.” -
Li Dêrazorê 25 êrîşkar hatin kuştin
Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê diyar kir ku komkujiyên li ser gel tên kirin wê bê bersiv nemînin û ragihand ku di şer û pevçûnan de 25 çekdarên komên Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hêzên hikûmeta Şamê hatin kuştin. -
Şêniyên Tebqayê: Em ji şer re amade ne
Şêniyên Tebqayê bertek nîşanî êrîşên li Dêrazorê dan û gotin, "Em amade ne ku bi QSD'ê re li heman eniyê şer bikin." -
Êrîşên li Dêrazorê hatin şermezarkirin
Komkujiya komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Şamê ku li Dêrazorê pêk anîbû hat şermezarkirin. -
‘Em ê bersivên tund bidin êrîşên li ser Dêrazorê’
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Hecînê Xebat Şîêttî û şervanê QSD’ê Cezrawî Dêrazor destnîşan kirin ku bi êrîşan gel tê hedefkirin û gotin ku ew ê bersivên tund bidin êrîşên ku aramî û yekîtiya gel xera dikin. -
Şervanê HRE’yê Soro Berxwedan şehîd bû
HRE’yê ragihand ku şervanê bi navê Soro Berxwedan 9’ê Tebaxa 2024’an şehîd bûye. -
Kongra Star: Hikûmeta Şamê dixwaze tevilheviyê çêbike
Kongra Star diyar kir ku hikûmeta Şamê hewl dide li herêma bi aram, tevilheviyê çêbike û got: “Divê hesabê komkujiya Dêrazorê ji qirkeran bê pirsîn.” -
‘Dewleta Tirk hewl dide çanda Kurdî tune bike’
Hevserokê TEV-ÇAND’ê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelîl Tehlo diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide gelan parçe bike û li hev bide şerkirin û got ku divê gel di çarçoveya projeya neteweya demokratîk de xweparastinê pêş bixin. -
Dagirkeran bombe li gundên Cat û Ewn Dadat barand
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şev bombe li gundên Cat û Ewn Dadat ên bakurê Minbicê barand. -
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 2 kes revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji gundewarê bajarê Raco yê Efrîna dagirkirî 2 kes revandin. -
Rêveberiya Xweser: Şam û Enqere dixwazin kaosê çêbikin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Dêrazorê da û diyar kir ku Enqere û Şam dixwazin kaosê çêbikin û aramiyê xera bikin. -
Kombûna Jinan a Zenûbya komkujiya li Dêrazorê şermezar kir
Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbya êrîşa hikûmeta Şamê ya li dijî sivîlan, bi tundî şermezar kir. -
Di êrîşa li ser Kantona Efrîn-Şehbayê de zarokek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî bajarokên Şera û Şêrewa yên girêdayî Kantona Efrîn-Şehbayê û kampa Şehbayê kirin. Di encama êrîşê de zarokek birîndar bû. -
QSD: Di êrişa hêzên Şamê de 11 sivîl şehîd bûn
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di êrişa hêzên hikumeta Şamê de yên li ser Kantona Dêrazorê 11 sivîl şehîd bûn. -
Di komkujiya hikûmeta Şamê de 13 kes hatin qetilkirin
Hat ragihandin ku di derdora saet 02.30’an de komên girêdayî hikûmeta Şamê bi obusan êrîşî gundên Dêrazorê kirine û di encamê de zarok jî di nav de 13 kes hatine qetilkirin. -
Rûspiyên Igêdat: Em û QSDˊê hevgirtiyeke ku nayê parçekirin in
Rûspiyên eşîra Igêdat diyar kir ku ew li kêleka QSDˊê ne û got: " Hêza yekane ya ku berdêlên giran ji bo rizgarkirina me ji terorê dane, QSDˊê ye.” -
Çeteyên dewleta Tirk 7 kes revandin, êşkence li 2 zarokan kirin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê di nava hefteyekî de 7 kes revandin û êşkence li 2 zarokan kirin. -
Cenazeyê şervanê YBŞ’ê Demhat Ereb li Til Hemisê hat veşartin
Cenazeyê şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Demhat Ereb (Elî Xidir Tahir) ku 2’yê Tebaxê di encama qezayekê de şehîd bibû, bi merasîmekê li bajarê Til Hemîsê hat veşartin. -
Dewleta Tirk bombe li çiyayê Kizwana yê Hesekê barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li çiyayê Kizwana yê li Hesekê barand û agir bi qadê ket. -
Dewleta Tirk li Şerayê êriş bir ser dibistanekê
Dewleta Tirk li bajarokê Şera yê Kantona Efrîn-Şehbayê êriş bir ser dibistanekê. -
Hêzên Şamê careke din êrişî Dêrazorê kirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên wê yên bi navê Dîfa El Wetenî doh bi şev careke din êriş birin ser bejahiya rojhilat a Dêrazorê.