Gelê Hesekê li dijî tecrîda Îmraliyê meşiyan

Li Hesekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekî girseyî hate şermezarkirin.

AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN

Li Hesekê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî hat lidarxistin. Meş ji Çerxerêya Hemame heta Çerxerêya Şehîd Serhed ya li Taxa Mftî berdewam kir. Şêniyên Hesekê, endamên Rêxistinên Civaka Sivîl, saziyên Rêveberiya Xweser, eşîrên Kurd û Ereb tevlî meşê bûn. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Li Çerxerêya Şehîd Serhed axaftin hatin kirin. Endama Rêveber a Meclîsa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şêrîn Oso li ser nave Kongra Star axivî û got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê ji revandina Rêbertî ew bû ku doza gelê Kurd tine bikin û fikrê Rêbertî ji gelên herêmê bi dûr bixin."

Şêrîn Oso, bang li gelên herêmê kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevgirtina xwe xurt bikin.

Meş bi dirûşmeyên şermezarkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.