ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ûsama El Salim hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ûsama El Salim ê 29’ê Îlonê di operasyona ‘Xurkirina Ewelehiyê’ li Dêrazorê şehîd bibû, bi merasîmek girseyî hat veşartin. -
Navçeya Til Berak girêdayî Kantona Hesekê hat kirin
Navçeya Til Berak ji Kantona Qamişloyê hat cudakirin û girêdayî Kantona Hesekê hat kirin. -
Li Minbicê mayin teqiya - NÛ BÛ
Li aliyê başûrê Minbicê mayin teqiya. Di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû. -
Li Sûriyeyê êrîşa hewayî ya li ser hêzên alîgirê Îranê: 6 mirî
Li rojhilatê Sûriyeyê di êrîşa hewayî de ya li ser hêzên alîgirê Îranê 6 milîs hatin kuştin. -
Ciwanên herêma Firatê li dijî komployê meşiyan
Ciwanên herêma Firatê ji bo protestokirina komploya 9’ê Cotmehê meşiyan. Ciwanan peyama heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd pêk were ew ê li qadan bin, dan. -
Dewleta Tirk di meha Îlonê de li Efrînê 59 kes revandin
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, dewleta Tirk di meha Îlonê de li Efrînê 59 kes revandin. -
QSD: Şervanê me Ûsama Ehmed şehîd bû
QSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şervanê wan Ûsama Ehmed El Salim, 29’ê Îlonê di operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de şehîd bû. -
Li Efrînê 4 kesên din hatin revandin
Hêzên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 4 kesên din revandin ku temenê du ji wan li ser 70’ê bû. -
QSD: Li Dêrazorê çeteyek hat kuştin, du çete jî hatin girtin
Di operasyona hêzên QSD’ê yên li Dêrazorê de çeteyek hat kuştin û du çete jî hatin girtin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Necmedîn Fenûş hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Necmedîn Fenûş yê li Dêrazorê şehîd bibû, bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîd Dijwar hat veşartin. -
Nagîhan Akarsel li Şehbayê hat bibîranîn
Navenda Jineolojî ya Kantona Efrîn û Şehbayê bi merasîmekê şehîd Nagîhan Akarsel bi bîr anî. -
Xelkê Dêrazorê: Em li gel hêza xwe QSD’ê ne
Xelkê Dêrazorê got: “Em ti destwerdanên derve qebûl nakin. Em li gel hêza xwe QSD’ê ne.” -
Dewleta Tirk li Mabetayê sê kes revandin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li gundekî navçeya Mabeta ya Efrînê sê kes revandin ku yek ji wan jin bû. -
Dagirkeran meha Îlonê zêdeyî 90 carî êriş birin ser Efrîn û Şehbayê
Dewleta Tirk a dagirker meha Îlonê herî kêm 91 carî êriş bir ser 40 herêmên Efrîn û Şehbayê. -
Li milekî wî kamera li milê din jî çek hebû
Dayika Şaziya Îbrahîm qala serpêhatiyên xwe û şehîd Seyîd Evran kir. Dayika Şaziya got ku şehîd Evran jê re gotiye bandora kamerayê gelekî mezintir e, çek û kamera wek hev in, yek a din mezin dike. -
QSD’ê mukirhatinên sîxurên MÎT’ê weşandin
QSD′ê şebeyeke sîxurtiyê ji hev xist de ku ji 6 kesan pêk dihat. Şebekeya sîxurtiyê li xwe mikur hatin ku ji bo dewleta Tirk a dagirker dixebitîn. -
Li Serêkaniyê zarokek hat qetilkirin, bi dehan birîndar hene
Li Serêkaniyê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şerê hundirîn qewimî. Di şer de zarokek hat qetilkirin û bi dehan kes birîndar bûn. -
Şehîdên Îlonê li Hesekê hatin bîranîn
Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna şehîdên meha Îlonê merasîma bîranînê lidar xist. -
Xwedîderketina mîrateya Çapemeniya Azad bi şopandina rêya Seyîd pêkan e
Xwedîderketina bîr û mîrateya 30 salan a Çapemeniya Azad a hevrê Seyîd Evran bi meşa li ser rêya heqîqetê ya ku wî meşandiye pêkan e. Ji bo ku heqîqet di tariyê de nemîne, li ser rêya hevrê Seyîd divê em tu zehmetî û astengiyên nas nekin. -
QSD′ê ragihand ku serçeteyekî DAÎŞ’ê hatiye girtin
QSD′ê ragihand ku li gundewarê Reqayê serçeteyekî ′Xeternak′ yê şaneyên DAÎŞ′ê girtine. -
Leşkerên Tirk welatiyekî ji Serêkaniyê qetil kir
Welatiyê bi navê Mesûd Naso yê ku dixwest ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibe, ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin. -
Li Qamişloyê operasyona tîryakê
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Qamişloyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî bazirganiya tîryakê operasyonûnek li dar xist. Hat ragihandin ku bazirganek hat girtin. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku endamê wan Hisên El Hisên di 2018′an de li Dêrazorê di encama êrişeke bombeyî ya çeteyên DAÎŞ′ê de birîndar bûbû, şehîd bûye. -
Di meha Îlonê de li Eyn Îsa û Girê Spî rasterast êrîşî sivîlan hate kirin
Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker a di meha Îlonê de li Eyn Îsa û Girê Spî pêk anîn de, sivîlekê jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûn. Di şerê qewimî de, 7 çete hatin kuştin. -
Rojnamevan Yildiz: Vegotina Seyîd vegotina şoreşê ye
Rojnamevan Zinar Yildiz got, "Vegotina Seyîd ne vegotina şoreşger an jî rojnamevanekî ye; vegotina şoreşê bi xwe ye" û diyar kir ku Seyîd Evran gerîla û rojnamevanek bû ku lê dipirsî, lêkolîn dikir.