Artêşa Tirk a dagirker bombe barand: 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên girêdayî bajarê Til Rifet bombebaran kir û di encamê de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên girêdayî bajarê Til Rifet bombebaran kir û di encamê de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh êvarî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundên Bêlûniyê û Minix yên bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn-Şehbayê topbaran kiribûn. Di encama topbaranê de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn.
Navên leşkerên Şamê yên birîndar bûne ev in: Şûcai Xesan, Recep Cerûd, Ebdullah Xemîs û Elî Xalid.