Çeteyan yek jê zarok, 9 welatî revandin

Li bajarokê Bilbil ê Efrînê, çeteyên artêşa Tirk a dagirker 9 kes revandin.

TERORA ÇETEYÊN ARTÊŞA TIRK

Hat diyarkirin ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker 16’ê Tîrmehê 7 şênî li nêzî gundê Zerê yê bajarokê Bilbilê yê Eferînê revandin. Navê yek ji wan Hesen Elî Elî (28) ye û ji gundê Eyn Hecerê ye û şêniyên din ji bajarê Helebê ne.

Hat ragihandin ku kesên revandî birine girtîgeha gundê Aşka yê li Cindirêsê ku di bin kontrola çeteyên "Sultan Suleyman Şah" û "El Emşat" de ye û êşkence li wan hatiye kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên "Polîsên Leşkerî" 12’ê Tîrmehê zaroka bi navê Esmehan Mihemed (15) li taxa Mehmûdiye ya Efrînê revandiye.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk a dagirker 7’ê Tîrmehê şêniyê bi navê Mihemed Ehmed Mihemed Ebdo (42) yê ji gundê Avrazê yê bajarê Mabetayê li taxa Mehmûdiye li kolana dibistana pîşeyî revandiye û heta niha agahî jê nîn in.