BI DÎMEN

Dîbo: Armanca dewleta Tirk ew e ku Kurdan bi tevahî bêrol bihêle

Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyên Gel ê PYD'ê Sîhanok Dîbo der barê planên dewleta Tirk a dagirker de, got ku yekane hewldana dewleta Tirk ew e ku Kurdan bi temamî li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê bêrol bihêle.

Rêveberê Buroya Têkiliyên Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sîhanok Dîbo, planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û têkiliya wê ya bi Esad re ji ANF'ê re nirxand.

Sîhanok Dîbo diyar kir ku armanca dewleta Tirk a ji danûstandin û xebatên asayîkirinê yên bi hikûmeta Şamê re pêşxistina polîtîkaya dagirkeriyê ye û wiha got: “Hemû tifaqên ku li ser esasê berjewendiyên gel û civakê ne piştgiriyê didin PYD’ê û hem jî Rêveberiya Xweser. Lê em îro danûstandin û xebatên asayîkirinê yên di navbera rejîma Enqerê û hikûmeta Şamê de weke tifaqên demokratîk û stratejîk ên li ser esasê berjewendiyên gel nabînin. Dema mirov sedemên navxweyî, sedemên herêmî, siyaset û krîzên navneteweyî bi giştî li ber çavan bigire, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê gavên pêwîst nayê avêtin. Asayîkirina têkiliyên dewleta Tirk û hikûmeta Şamê di destpêkê de bi piştgiriya Rûsyayê pêş ket. Îranê jî erênî nêzikî vê bû. Piştre hat dîtin ku hin dewletên Ereb jî piştgirî dane wan.

DEWLETA TIRK HEWL DIDE DEMOGRAFIYA HERÊMÊ BIGUHERÎNE

Lê belê hin daxuyaniyên dewleta Tirk, daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Şamê û daxuyaniyên Beşar Esad ên beriya çend rojan nîşan didin ku ev danûstandin bi erênî bi encam nebe. Di rastiyê de xwestek û hewldanên dewleta Tirk ên ji bo hevdîtina bi Esad re li ser hin berjewendiyên bingehîn in. Ya yekemîn aborî ye. Ya duyemîn jî dewleta Tirk dixwaze koçberên Sûriyeyî li herêmên ku ji aliyê û çeteyên wê hatine dagirkirin bi cih bike.  Dewleta Tirk bi salan e hewl dide demografiya van herêman biguherîne. Niha jî dixwaze bi bicihkirina koçberan li van herêman demografiya tevahiya herêmê bi awayekî mayînde biguherîne. Bi vî awayî ew ê ji koçberên ku rê li ber qeyranê vekirine xilas bike û di heman demê de wê ji bo xwe bikar bîne."

DEWLETA TIRK HEWL DIDE HERÊMÊN DAGIRKIRÎ BI XWE VE GIRÊ BIDE

Dîbo anî ziman ku çeteyên DAÎŞ'ê yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike bi salane bi qetilkirina deh hezaran, welatiyan Sûriyeyê dagir kirine û wiha pêde çû: “Ev yek li pêşiya asayîkirina peywendiyên di navbera her du aliyan de astengiyeke. Şertê Esad ew e ku heke dewleta Tirk ji Sûriyeyê axa derkeve wê têkiliyên navbera wan asayî bibe. Lê belê sedema ku dewleta Tirk bi lez û bez diçe her derê ew e ku di demeke kurt de axa Sûriyeyê ya dagirkirî li gorî xwe ava bike û bi xwe ve girêbide. Ev rewş bi serê xwe rê li ber metirsiyeke mezin vedike.”

ÇETEYAN LI BAŞÛR BI CIH DIKE’

Dîbo destnîşan kir ku dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ’ê li herêmên dagirkirî yên Girê Spî, Efrîn û Serêkaniyê li Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye û wiha berdewam kir: "Van çeteyan li dijî Tevgera Azadiya Kurd bi kar tîne. Yek ji hedefên sereke yên dewleta Tirk ku bi taybetî li ser dixebite û dixwaze bi encam bike ev e. Lê stratejiya bingehîn a dewleta Tirk ew e ku li Rojavayê Kurdistanê û li hemû herêman Kurdan bi tevahî bêrol bihêle. Bi taybetî jî di çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê û biryarên bingehîn ên çarenûsa Sûriyeyê diyar dikin de Kurdan bêrol bihêle. Dewletên Astanayê jî heta radeyekê piştgiriyê didin vê projeyê. Îro modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye pêşxistin, çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî di nav de û hemû herêmên Sûriyê weke yekane alternatîf derdikeve pêş. Dewleta Tirk hewl dide vê modelê ji holê rake. Lê em careke din bibêjin; bi vî awayî ne aştî, ne aramî û ne jî çareserî pêk nayê. Ji bo aramî, ewlekarî û pêşxistina çareseriyê divê deriyê diyalogê bê vekirin. Yekane rêya vê yekê jî çareseriya demokratîk û bi taybetî jî çareseriya pirsgirêka Kurd e.”