Li Efrînê paqijiya etnîkî, revandin, xespkirin û bombebaran didome
Dewleta Tirk a dagirker a ku di 2018’an de Efrînê dagirker operasyona paqijkirina etnîkî, xespkirin, ji bo fîdyeyê mirovan direvîne û bombebaranê didomîne.
Dewleta Tirk a dagirker a ku di 2018’an de Efrînê dagirker operasyona paqijkirina etnîkî, xespkirin, ji bo fîdyeyê mirovan direvîne û bombebaranê didomîne.
Di çarçoveya siyasetên guhertina demografiya Efrînê de, kesên ku li Efrînê hatine bicihkirin, bi mal û milken şêniyên Efrînê yên ku bi zorê koçber bûne, difroşin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, kesê bi navê Ehmed El Hecî yê ji Çiyayê His ê Helebê ku dewleta Tirk û çeteyan li Efrînê bi cih kiriye, xaniyek li taxa Mehmûdiye ya efrîniyê bi navê Ismet Henan ê ji gundê Şêx Bila yê bajarê Racoyê, bi hezar û 500 dolarî firot kesekî din ê bi navê Mihemed Mirî ku ew jî ji çiyayê His e.
Ehmed El Hacî sala 2018`an dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Efrîn dagir kir, dest danîbû ser malê.
Her wiha çeteyekî endamê koma "Mexawîr El Şerqiye" ji şêniyê bi navê Cemal Hemîd 4 hezar dolarê xwest da ku mala wî ya li kolana Nexweşxaneya Dersîmê ya Efrînê bide wî.
Bi heman rengî çeteyên "Lîwa 112" ên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Menna Miho Mamo Nasan (40) ê ji gundê Dimiliya yê bajarê Mabetayê yê Efrînê, dema vedigeriya gundê xwe, revand û ji bo berdana fîdye ji malbata wî xwestiye.
Heman rojê çeteyên "Polîsên Leşkerî" şêniyê bi navê Sibhî Ebdo Şêxo (60) li pêşiya mala wî ya li taxa Mehmûdiye ya Efrînê revandiye. Ji bo ku wî serbest berdin bi rêya telefonê bi malbatê re axivîne û gef lê xwarine ku heke fîdyeyê nedin dê wî bikujin.
Li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê, rojane sûcên hovane li ser şêniyan tên kirin. Her wiha çete li ser mal û milkên şêniyan û koçberan bi hev dikevin.
Gundên Bêne û Tinib ên navçeya Şêrawayê bi obusan hat topbarankirin. Derbarê ziyan û windayan de agahî ne hat bidestxistin.