Şêxên Kurd û Ereb bi fermandarên QSD û YPJ’ê re hatin ba hev
Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek şêxên Kurd û Ereb, bi rewşenbîr û bi endamên Fermandariya Giştî ya QSD û YPJ’ê re hatin ba hev.
Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek şêxên Kurd û Ereb, bi rewşenbîr û bi endamên Fermandariya Giştî ya QSD û YPJ’ê re hatin ba hev.
Li gorî nûçeya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê, gelek şêx û rûspiyên Kurd û Ereb û nûnerên pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi endamên Fermandariya Giştî ya QSD’ê re civiya. Hate gotin, rojeva civînê biryarên civîna duyemîn a Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê bû.
Hate diyarkirin ku di hevdîtinê de fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, hejmarek rûspiyên Kurd û Ereb û nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.
Li gorî malperê, di civînê de biryara efûyê ya ku Rêveberiya Xweser vê dawiyê derxistiye, derxistina koçberên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji kampa Holê, her wiha û mekanîzmaya pêkanîna biryarên civîna duyemîn a Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê nîqaş kirin.
Civîna duyemîn a Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê 25’ê Gulanê bi beşdariya zêdetirî 5 hezar kesî li Hesekê li dar ketibû. Civîn ji aliyê Rêveberiya Xweser, MSD û QSD’ê ve hatibû organîzekirin û bi van biryaran bi dawî bûbû:
“- Destê me ji aştiyê re dirêj e. Mêjiyê me ji bo diyalogan vekirî ye. Bi aştî û diyalogan em dikarin têkiliyên baş bi gelên herêmê û welatên wan re ava bikin.
- Rijandina xwîna sûriyeyiyan bi destê sûriyeyiyan heram e. Em bangewazên diyalog, ewlehî û avakirinê ne.
- Em terorê red dikin, têkoşîna li hemberî wê girîng e. Em nîjadperestiya li ser esasê neteweyî, olî û zayendperestiyê red dikin.
- Em bi nirxên demokrasî, mafên mirovan û azadiya welatiyan bawer in.
- Sûriye welatekî yekbûyî yê nenavendî ye, têra hemû pêkhateyên wê dike.
- Têlikdarî kesên destê wan di qetilkirina sûriyeyiyan de tune ye, ji bo efûyeke giştî kar were kirin, dûre tev li civakê bên kirin.
- Li gorî derfetên li ber dest û li gorî pêwîstiyan xizmetên jiyanî yên rojane werin pêşxistin.
- Girîngî bi qada çandinî, berhemên sewalan û beşên din were dayîn.
- Mijara koçberên li kampan û komên din ên ku dixwazin vegerin warê xwe, li ber çavan were girtin.
- Bi hemû rêbaz û derfetan li dijî madeyên hişbir ku li ser siberoja gelê Sûriyeyê xetereyê çêdikin, têkoşîn.”