BI DÎMEN

Dagirkeran êrîşî Efrîn-Şehbayê kir: Zirareke mezin gihişt mal û sewalan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên gundên navçeya Til Rifet a Kantona Efrîn-Şehbayê bombebaran kirin. Xelkê herêmê nerazîbûn nîşan da û gotin: “Em ji çeteyên dewleta Tirk natirsin, çi dike bila bike em ji herêma xwe dernakevin.”

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh derengî şevê gundên Şêx Îsa, Hirbil, Um El Hoş û Um El Qura yê bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn-Şehbayê topbaran kirin.

Artêşa dagirker û çeteyên wê gundên navborî bi hawan û obîsan topbaran kirin.

Di encama topbaranê de zerarên mezin li sewal û mal û milkên welatiyan çêbûn.

Têkildarî vê yekê şêniyên herêmê ji ANF’ê re axivîn û nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan.

‘EV DER CIHÊ BERXWEDANÊ YE, EM JI VIR DERNAKEVIN’

Şêniyê bi navê Mihemed Elî diyar kir ku êrîş bi şev di derdorê saet 1’an de destpê kir, heta saet 3 dewam kir û got: “Dewarên gel hatin kuştin, piraniya sewalan telef bûne. Dewleta Tirk û çeteyên wê bombe li gel dibarîne, ji bo ku gel ji vê herêmê derbikeve. Lê belê, ev der cihê berxwedanê ye û ev gel ji vir dernakeve.

Duh dibe ku nêzî 50 hewan li ser me barandin. Ji vir jidervey gel ti kes din nîne. Ji ber êrîşan me ji şevê din hetanî niha, xew nekiriye. Ew çiqasî êrîş bikin jî, em serî li ber wan natewînin. Bila dinya alem bizane, em ti carî ji vir dernakevin û em ê heta dawî li ber xwe bidin. Ti kes nikare îradeya vî gelî bişikîne.”

‘EM JI DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ NATIRSIN’

Welatiyê bi navê Fîras Îbrahîm jî ragihand ku ev 6 sal in dewleta dagirker bombeyan li herêmê dibarîne û got: “Gelo dewleta Tirk çi ji me dixwaze? Bi hêzên leşkerî nikare, vêca berê xwe dide gel. Li vir gel tenê bi karê xwe ve mijûl e, lê tevî vê yekê jî rastî êrîşan tê.

Em Kurd in, bila were zanîn ku em ne ji dewleta Tirk, ne ji çeteyên wê, ne ji PDK’a xayîn ku hevkariyê bi dijmin re dike, natirsin.”