ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD'ê nasnameya sê şehîdan eşkere kir
QSD'ê nasnameya sê şervanên xwe yên di operasyona li rojhilatê Dêrazorê şehîd bûn, eşkere kir. -
QSD’ê hewldana êrîşeke nû ya li Dêrazorê têk bir
QSD’ê hewldana êrîşeke nû ya komên çekdar ku hewl didan bikevin rojhilatê Dêrazorê têk bir. -
Rojnamevan Seyîd Evran wê bi merasîmekê bê veşartin
Rojnamevanê şoreşger Seyîd Evran kuk 22'ê Îlonê ji ber krîza dil şehîd bû, roja Çarşemê wê li Qamişloyê bi merasîmeke girseyî bê veşartin. -
'Em ê daneheviya 30 salan a Seyîd Evran bikin hêza çapemeniya azad'
Xebatkarên Ozgur TV ên li Rojava rojnamevan Seyîd Evran bi bîr anîn û gotin ew ê daneheviya wî ya 30 salan bikin hêza çapemeniya azad û sosyalîst û bigihîne bindestan hemûyan. -
Cenazeyê şehîd Mehmûd Hesen Hemade li Hesekê hate veşartin
Xelkê Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mehmûd Hesen Hemade veşart. -
Komên çekdar ên hewl didin bikevin Zîbanê di bin dorpêça QSD’ê de ne
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku wan du komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê yên ku hewl didan bikevin navçeya Zîban a Dêrezorê, dorpêç kirine. -
YRJ: Em ê têkoşîna şehîd Seyîd Evran heta serkeftinê bidomînin
YRJ’ê sersaxî ji malbat û hempîşeyên rojnamevan Seyîd Evran re xwest û got, “Em ê têkoşîna we heta pêkanîna civakeke polîtîk, demokratîk û azad li ser bingeha azadiya jinan, berdewam bikin.” -
Peyama dawî ya Seyîd Evran
Hevalê me yê rojnamevan Seyîd Evran beriya şehîd bikeve bi sernavê "Ber bi rêwîtiya dawî ve" peyamek dabû. -
Me hevalê xwe yê rojnamevan Seyîd Evran ji dest da: Ew hiş û bîra çapemeniya azad bû
Bîr û hafizaya çapemeniya azad a 30 salên dawî Seyîd Evran şehîd bû. YRA'yê diyar kir ku Seyîd Evran mîna bi dehan şehîdên çapemeniya azad bû meşaleyek û mîrateyeke mezin li pey xwe hişt. -
Li Qamişloyê ji bo Rêberê Gelê Kurd meşek girseyî hat lidarxistin
Bi sedan kesên ku li bajarê Qamişloyê meşiyan diyar kirin ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin. -
Hefteyek li Efrînê: Revandin, talankirin, koçberkirina bi zorê
Li Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, di nava hefteyekê de gelek mirov hatin revandin, talan, wêran, koçberkirina bi zorê û guhertina demografiyê dewam kirin. -
Dewleta Tirk Şêrawa bombebaran kir
Li navçeya Şêrawa ya Efrînê qada daristanî ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, hat bombekirin. -
Jinên Şehbayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd şermezar kirin
Jinên Şehbayê diyar kirin ku wê her tim li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bimeşin û têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bênavber bidomînin. -
Şêniyên herêma Firatê li dijî tecrîdê meşiyan
Xelkê herêma Firatê bi rengekî girseyî li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya. -
Hêzên Şamê li Idlibê bombe li HTŞ'ê barandin: 2 mirî
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê li rojhilatê Idlibê bombe li nuqteyeke çeteyên Tahrîr El Şam (HTŞ) barandin. Hate ragihandin ku 2 sivîl hatine kuştin. -
Li herêmên hikumeta Şamê dizî û talankerî naqede
Li Sûriyeyê, li herêmên di bin kontrola rejîma Şamê de ne kiryarên dizî û talanê, her wiha zordariya li şêniyan naqedin. -
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd kon hat vedan
Li Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hat vedan. Di çalakiya kon vedanê de peyama xurtkirina têkoşînê hat dayîn. -
Dagirkeran li Cindirêsê 3 kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 kesên ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê dagirkerî, revandin. -
Xalib Elûşe: Divê em azadiya Rêber Apo mîsoger bikin
Welatiyê Kobanê ê bi navê Xalib Elûşe yê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye, bertek nîşanî tecrîda girankirî da û got: “Divê li her qadê em derkevin qadan, xwedî li Rêberê xwe derkevin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin.” -
Li Til Temirê 10 dagirker hatin kuştin
Hate ragihandin ku di çalakiyên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê li dijî dagirker û komên çete de 10 dagirker hatine kuştin û 4 dagirker jî birîndar bûne. -
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Minbicê hatin têkbirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser rojavayê Minbicê hatin têkbirin. -
Li Dêrazorê 3 çete hatin girtin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyek nivîskî ragihand li bakurê Dêrazorê 3 çete bi çebilxaneyên wan ve hatin girtin. -
Zarokekê du salî li Hesekê hat qetilkirin
Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Dîfa El Wetanî pev çûn. Roket li maleke li Hesekê ket; zarokek jiyana xwe ji dest da. -
Dewleta Tirk êrîşî Eyn Îsayê kir: Welatiyek birîndar bû
Balafirekê bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker gundê Sefawiyê yê Eyn Îsayê bombebaran kir û welatiyekî birîndar kir. -
Li Mabeta ya dagirkirî jinek hate qetilkirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku li navçeya Mabeta ya Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, jineke 40 salî hatiye qetilkirin.