Çalakiya li Cenevreyê: Bi biryara PKK’ê re pêvajoyeke nû destpê kir
Di çalakiya ku 225 hefte ne li pêşiya Neteweyên Yekbûyî didome de Kongreya 12'emîn a PKK'ê hat silavkirin û hat gotin ku bi biryara PKK’ê re pêvajoyeke nû ya têkoşînê destpê kir.
Di çalakiya ku 225 hefte ne li pêşiya Neteweyên Yekbûyî didome de Kongreya 12'emîn a PKK'ê hat silavkirin û hat gotin ku bi biryara PKK’ê re pêvajoyeke nû ya têkoşînê destpê kir.
Nobeta ku ji bo azadiya Rêber Apo li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevre ya Swîsreyê hatiye destpêkirin, di hefteya 225’an de didome. Di çalakiyê de Kongreya 12’emîn a PKK'ê hat silavkirin. Di çalakiyê de ji damezrînerên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jî hatin bîranîn.
Çalakî di şexsê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir.
Piştre Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Osman Tekin axivî û diyar kir ku bi biryarên ku di Kongreya 12’emîn a PKK'ê de hatine girtin re di dîroka têkoşînê de pêvajoyeke nû destpê kiriye.
Tekîn wiha axivî: "Bi biryara fesixkirinê ya PKK’ê re, di dîroka têkoşînê de serdemek bi dawî bû û serdemeke nû di xeta pratîka berxwedanê ya Rêber Apo de destpê kir. Ruhê vê serdema nû wê bi têkoşîna azadiya hevpar a gelan û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re teşe bigire.”
Tekîn destnîşan kir ku biryara PKK'ê berpirsiyariyek xistiye stûyê Tirkiye û hêzên navneteweyî û wiha domand: “Heta ku azadiya rêberê me misoger nebe, kes nikare behsa çareseriyeke demokratîk û aştiyeke mayînde bike. Divê dewleta Tirk vê pêvajoyê rast bixwîne û rê li ber azadiya Rêber Apo veke. Her wiha divê hemû saziyên navneteweyî, bi taybetî jî Neteweyên Yekbûyî gavên şênber bavêjin."
Tekîn wiha bang li qada navneteweyî kir: "Li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo dengê xwe bilind bikin. Rêz li îradeya gelê Kurd bigirin. Bêdengî hevkariya sûc e.”
Piştî axaftinan daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin ew ê têkoşîna xwe bê navber bidomînin.