Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 6 kes revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 6 welatiyên din li Efrîna dagirkirî revandin.

Dewleta Tirk a dagirker 16’ê Tîrmehê 6 welatî li nêzî gundê Kurdo yê bajarokê Bilbilê revandin. 3 ji wan welatiyan ji Efrînê ne û yên din ji bajarên din ên Sûriyeyê ne.

Navên kesên hatine revandin wiha ne; Heysem Nezmî Seîd (39) ji xelkê Cindirêsê, Hikmet Cemîl Henan (43) û Mihemed Mistefa Osman ji xelkê Mabeta. Her wiha Mihemed Zeyd (40) ji Dera, Mihemed El Ebsî ji Dera û Husam El Nehas ji Humsê ye.

Hate hînbûn ku piştî 2 rojan bi dayîna 600 dolar Zed, El Ebsî û El Nehas hatin berdan û 3 welatiyên din nehatin berdan.

Li Efrîna dagirkirî sûcên revandina welatiyan bi tawan an jî bêyî tawanan bi armanca xwestina pereyan dewam dikin.