15 zarok û 7 jinên DAÎŞ’î radestî Qirgizistanê hatin kirin

Şandeyek ji Komara Qirgizistanê bi nûnerên Rêveberiya Xweser re hevdîtin kir. Di dawiya hevdîtinê de 15 zarok û 7 jinên DAÎŞ’î radestî şandeyê hatin kirin.

Li gorî nûçeya malpera fermî ya Desteya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeyeke Komara Qirgizistanê di 18’ê Tîrmehê de serdana Rêveberiya Xweser kir û 7 jin û 15 zarokên çeteyên DAÎŞ’ê ku hemwelatiyên wan e, teslîm girtin

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku şandeya komara Qirgizistanê ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Fener El Giêt, cîgira hevserokatiya daîreyê Gulîstan Elî û endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm ve hat pêşwazîkirin.

Di nûçeyê de hat gotin ku her du aliyan rewşa Sûriyeyê û geşedanên siyasî şîrove kirin. Hate destnîşankirin ku Fener El Giêt diyar kir ku Rêveberiya Xweser bazarên xizmeta gelê Sûriyeyê red dike û gotiye eger artêşa Tirk ji xaka Sûriyeyê venekişe ew li dijî normalîzekirina têkiliyên Enqere-Şamê ne.

Li gorî nûçeya malpera daîreyê, El Giêt bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser gelên herêmê, her wiha bandora van êrîşan li ser têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û ewlehiya herêmê.

Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku nûnerê Wezareta Karên Derve ya Qirgizistanê Bakit Kadyrov, spasiya Rêveberiya Xweser û QSD’ê kir û got, Qirgizistan berdêlên mezin ên ku Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk dane, nas kirine.

Hate ragihandin ku di dawiya serdanê de Rêveberiya Xweser 15 zarok û 7 jinên DAÎŞ’î radestî komara Qirgizistanê kirin û belgeya radestkirin û wergirtinê hat îmzekirin.