ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
MSD: Rizgariya Sûriyeyiyan bi yekîtiyê dibe
MSD'ê bang li hêzên siyasî yên Sûriyeyê kir ku ji bo paşeroja gel û welêt bi berpirsyarî rabin û xwest, kongreyeke neteweyî bê lidarxistin. -
Rûspiyên Eşîran: Em li dijî şerê navbera Kurdan e
Serok û rûspiyên eşîrên herêma Cizîrê li hemberî hewldanên derxistina şerê navbera Kurdan helwesta xwe nîşan dan û diyar kirin ku ew li dijî vî şerî ne. -
Serok û rûspiyên Herêma Cizîrê: PDK xizmeta êrîşên dagirkirinê û qirkirina Kurdan dike
Serok û rûspiyên Herêma Cizîrê daxuyandin ku dewleta Tirk a dagirker di nav hewldana ku Kurdan bi Kurdan bide şerkirin de ye û got, “Mixabin PDK xizmeta van êrîşên dagirkeriyê dike û dibe şirîkê lîstoka qirkirina Kurdan bi destê Kurdan.” -
Dewleta Tirk li Efrînê di mehekî de herî kêm 40 kes revandin
Navenda Belgekirina Binpêkirinan tespît kir ku dewleta Tirk a dagirker di meha Hezîranê de zarokek jî di nav de herî kêm 40 kes revandine. -
Şehîd Şahîn Enabiya hate veşartin
Şehîdê Hêzên Komando yên QSD'ê Şahîn Enabiya (Besam Ebdulezîz Silêman) hate veşartin. -
Li dijî Kobanê û Til Temirê êrîş: Kesek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker bi dironekî xwekujî êrîş Kobanê kir. Di encama êrîşê de welatiyê bi navê Yehya Îbrahîm Elî yê zeviya xwe av dida birîndar bû. -
YPJ'ê li Dêrazorê serçeteyekî DAÎŞ'ê girt
Di operasyoneke hevpar a YPJ û hêzên QSD'ê de li herêma Dêrazorê serçeteyekî DAÎŞ'ê hate girtin. -
Kongra Star Zîlan bi bîr anî
Meclîsa Kongra Star gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvegera 28'an a çalakiya wê ya fedaî de bi bîr anî. -
HRE: 2 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên bersivdanê de yên li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kirin 2 çete hatin kuştin. -
Cenazeyê şehîd Mihemed Dilbixwîn li Kobanê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Mihemed Dilbixwîn ê ku li Eyn Îsa şehîd bibû, li Kobanê bi merasîmekê hat veşartin. -
HRE: 2 leşker û 4 çete hatin kuştin, tankek hat rûxandin
Di çalakiyên HRE’yê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 2 leşker û 4 çete hatin kuştin, tankek jî hat rûxandin. -
25 hezar dolar fîdye ji malbata ciwanê hatî revandin, hate xwestin
Çeteyên dewleta Tirk li navçeya Cindirêsê ya Efrînê, ciwanê bi navê Reşîd Semîr Elî revand û ji malbata wî 25 hezar dolar fîde xwest. Her wiha hat zanîn ku koçberên li Efrînê hatine bicihkirin jî, Nîdal Mihemed ê ji Bilbilê derb kirine. -
Artêşa Tirk a dagirker êriş bir ser gundên Kobanê
Artêşa Tirk a dagirker êriş bir ser gundên Kobanê. Ji ber şewatê agir bi zeviyan ket. -
Dewleta Tirk li Minbicê sivîlek qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker, di bombardûmana li bejahiya bakurê Minbicê de sivîlek qetil kir. Di êrişê de sivîlek jî birîndar bû. -
Şehîdên Meha Hezîranê li Qamişloyê hatin bibîranîn
Şehîdên Meha Hezîranê li Qamişloyê bi merasîmek girseyî hatin bibîranîn. -
Li Sûriyeyê êrîşa Îsraîlê: 2 kes mirin
Hat diyarkirin ku roja Çarşemê di êrîşa Îsraîlê ya li dijî çeperên li başûrê Sûriyeyê de 2 kes mirin. -
Metranê Dêra Firatê: Abdullah Ocalan ji bo her kesî pira aştiyê ava kir
Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan ji 14'ê Gulanê ve serdana partiyên siyasî, eşîr, rûspî û nûnerên pêkhateyan dike. -
Şehîd Zîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn
Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersîmê li dijî dewleta Tirk a dagirker çalakiya fedayî pêk anî, di 27’emîn salvegera şehadeta xwe de li kantonên Cizîr, Efrîn-Şehba û Helebê hat bibîranîn. -
Mala Êzidî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd peyam da
Mala Êzidî û Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama çalakiyan dan. -
Xelkê Kantona Cizîrê ji bo Abdullah Ocalan meşiya
Di çarçoveya pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de, li bajarê Dêrik ê Kantona Cizîrê meşeke girseyî hate lidarxistin. -
Evîna Rodî û Perwîn a nîvcomayî
Rodî û Perwîn ji wan kesan bû ku beriya 9 salan di hovîtiya DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê de şehîd ketin. -
Muslim: Kobanê lîstikên dijmin hemû raxist pêş çavan
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim got, "Kobanê hemû lîstikên dijmin raxist pêş çavan. Li Bakur 'Plana Têkbirinê' hate destpêkirin. Diyalog hate rawestandin, rejîm guherî, koalîsyoneke nû hate avakirin." -
Şehîdên Komkujiya Kobanê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Kobanê ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve şehîdxistin, li ser gorên xwe hatin bi bîr anîn. -
Cenazeyê şehîd Ziyad Xelef El Hemed hate veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ziyad Xelef El Hemed bi tevlîbûna gelek kesan hate veşartin. -
Înîsiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan serdana civaka Ermenî kir
Înîstiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya hevdîtinên bi partiyên siyasî, nûnerên eşîr û pêkhateyan de, serdana Meclîsa Civakî ya Ermenî ya Qamişlo kir.