BI DÎMEN

‘Ala ku bi salan di malan de veşartî, vaye li her derê bilind bûye’

Ji şahidên şoreşa Rojava diyar kirin ku ev şoreş ji mîraseya berxwedaniya zindanan tê û gotin: “Ev şoreş xewn bû û ev xewin pêk hat. Vaye alên me li ser her baniyê li ba dibe û me xwe bi wê yekê re jî da îsbatkirin.”

Dema salname dihat ser 19’ê Tîrmehê û di danê Nîvroyê de her tişt hat guhertin, li bajarekî biçûk ku hikumeta Şamê li wir serwerbû ala azadiyê hat hildan. Ew ala Kesk, Sor û Zer li ser her banekê û saziyên ku Hikumeta Şamê lê bûn, hat hildan. Dirûşmeya ku di nava çar dîwarên zîndana faşîzmê de dihat qîrkirin, dengê xwe gihand Rojava. Xewnên pêşiyan veguherin rastiyê û Rojava ji mêtîngeriyê hat rizgarkirin.

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê û di heman demê de yek ji şahidên berxwedaniya Şoreşa Rojava ya ku têde cih girtî Sara Xelîl e. Sara Xelîl dibêje ku ji bo wan xewin û xeyalek bû, lê vaye wan  ev xeyal zindî kirin. Sara Xelîl ev tişt got: "Dema em dibêjin Tîrmeh tenê berxwedanî û lehengiya li hemberî mêtîngeriyê tê bîra mirovan, ew berxwedaniya ku ji zîndana Amedê dest pê kirî, veguherî şoreşekî û pêlên xwe berda Rojava. Çirûska vê jî li Kobanê destpê kir."

Sara diyar kir ku bihara Ereban veguherî bihara gelan û wiha pêde çû: “Şoreşa me dest pê kir û me xeta sêyemîn ji xwe re esas girt. Ew şoreşa ku navê wê bû bihara Ereban ne di xizmeta gelan de bû. Şoreşa me berovajî wê, ji bo xizmeta gelan li ber xwe da û têkoşîn da meşandin. Êdî hêdî hêdî gelê me xwe bi rêve bir û rêveberiyên xwe hilbijartin, êdî ew rêjîma ku bi salane li vir serwer bû ji vir hat derxistin, êdî dawî li wê êşkence û tarîtiyê hat.

Me di seetên nîvro de alên xwe lI ser her baniyê rakirin, ew ala ku bi salan di malan de hatibû veşartin, vaye rengê xwe li ser her baniyê dide xuyakirin. Di wan seetên nîvro de, li her kolanekê kes li derva tune bû, ne deng ne jî kes li ber deriyê xwe tune bû, her kes di nava mala xwe de mabû. Lê piştî wê bi demekê her kes derkete kolanan, li şûna ala rêjîma Baasê ala Kesk Sor û Zer hatibû hildan. Li saziyên rêjîmê li şûna alên wan yê me hatin hildan. Di demekî kurt de me saziyên xwe dan avakirin û ji bo birêvebirina gel, gelê me rêveberiyên xwe hilbijartin û hêdî hêdî saziyên me bingehê xwe danî û me xwe li gorî wê birêve dibir.”

JINÊ MOHRA XWE LI DÎROKÊ XIST

Rêveberiya Hêzên Parastina Jin Edlê Bekir jî bi boneya şoreşa 19’ê Tîrmehê anî ziman ku jinê bi hêza xwe mohra xwe li dîrokê da û got: "Berxwedaniya ku bi hêz û vîna gelan destpê kirî, bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re mohra xwe li dîrokê xist.

Di dema rejîmê de heta jin hatibû kolekirin, lê bi hatin şoreşê re jinê cihê xwe di her warî de girt. Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê jin bi hêz û vîna xwe têkoşîn meşand û li ber xwe da, mohra xwe li dîrokê xist, hêz û têkoşîna xwe nîşanî hemû cîhanê da.”

HER KES BI ŞOREŞÊ RE RABÛ

Edlê bal kişand ser berxwedaniya şoreşa 19’ê Tîrmehê  û got "Bi berxwedaniya jin, mêr, kal û pîr û bi xwîna şehîdan ev bajar jinûve hat avakirin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê bandorekî xwe yê mezin hebû, ev bandor li tevahî kesên di nava şoreşê de heyî kir. Di şoreşê de tu kesî sînor nas nedikirin û her kesî berxwedan û têkoşîn meşand û gel rabûn ser piyan. Weke ku tê dîtin dewleta Tirk şerê taybet di nava me de dide meşandin û dixwaze gelê Kurd tune bike. Di şoreşa 19’ê Tîrmehê de me xwe nas kir û mohra xwe li dîrokê nivîsand û me da îsbatkirin ku ti kes nikare me tune bike.

Me di vê şoreşê de hêza xwe ji gerîlayên azadiya Kurdistanê girt. Fikrên Rêber Abdullah Ocalan, ji me re bû çavkaniya îlham û hêviyê. Me xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin kiriye û em xwedî ev hêza herî mezinin.”

Edlê Bekir axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em 19’ê Tîrmehê li her çar parçeyên Kurdistanê, li Rêber Apo, li girtiyên di zindanan de li ber xwe didin, li gerîlayên azadiya Kurdistan û li şehîdan pîroz dikin."