ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin
Şervanê QSD’ê Dilşêr Hesekê (Omran Remo) li Hesekê bi girseyî hat veşartin û cenazeyê şervanê QSD’ê Doxan (Mihemed Elî) li Qamişloyê hat veşartin. -
Di Komxebata 2’emîn a Sûriyeyê de banga mezinkirina xwişk û biratiya gelan hat kirin
Komxebata 2’yemîn a Sûriyeyê bi banga mezinkirina xwişk û biratiya gelan û piştgiriya QSD’ê bi dawî bû. -
Cenazeyê şehîd Dildar Girê Spî hat veşartin û şehîd Dilîşan Şêxo hat bibîranîn
Bi sedan şêniyên herêma Firatê cenazeyê şehîd Heysem Mihemed (Dildar Girê Spî) li Goristana Şehîd Dîcle veşartin û şehîd Dilîşan Şêxo (Ala Munzûr Dêman) bi bîr anîn. -
Cenazeyê şehîd Hesen Ehmed El Mirî hat veşartin
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Hesen Ehmed El Mirî li Goristana Şehîdan a Minbicê hat veşartin. -
QSD’ê 15 roj dem da çeteyên li Dêrazorê
QSD′ê 15 roj dem da çeteyên ku destê wan di bûyerên dawîn ên Dêrazorê de hene ku xwe radest bikin. -
Eşîrên Girê Spî bi hêzên QSD’ê re ne
Eşîr, şêx û rûspiyên kantona Girê Spî operasyonên ewlehiyê yên QSD′ê silav kirin û daxuyandin ku ew ê li hemberî planên dagirkeriyê rawestin. -
Xelkê Şedadê cenazeyê 3 şehîdên xwe veşartin
Xelkê navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenzezeyê 3 şehîdên QSD′ê veşartin û gotin ew ê heta serkeftinê şopdarên rêya şehîdan bin. -
Komxebata Sûriyeyê li Reqayê dest pê bû
Bi pêşengtiya PYD'ê, Komxebata Sûriyeyê ya 2’yemîn bi dirûşmeya "Stratejiya dîrokî ya têkiliyên Kurd û Ereban li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi pêş dikeve" li Reqayê dest pê bû. -
Şervanê QSD'ê Xelîl hate veşartin
Xelkê Til Hemîsê şervanê QSD'ê Ridwan Xelîl li şehîdgeha li navçeyê spart axê. -
Li Kobanê jinên ciwan li dijî komplo û tecrîdê meşiyan
Jinên Ciwan li navçeya Qinê ya Herêma Firatê li dijî komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Li herêma Firatê coşa destpêkirina dewama xwendinê
Li herêma Firatê dewama xwendinê ya sala 2023-2024’an di 10 Îlonê dest pê kir. Xwendekar jî bi coş sala xwe ya xwendinê pêşwazî dikin. -
Li Rojava 'terorîst' li Ûkraynayê qehreman
Enternasyonalîstên ku li Rojava li dijî DAÎŞ'ê şer kirin, piştî ku li Ûkraynayê jiyana xwe ji dest dan weke qehreman hatin pênasekirin. Halbûkî Îngilistanê ev enternasyonalîst bi 'terorîstiyê' sûcdar kiribû, ji ber ku li dijî DAÎŞ'ê şer kiribûn. -
Li Tebqayê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn
Li bajarê Tebqayê ya Rojavayê Kurdistanê şervanên azadiyên yên di mehên Tîrmehê, Tebaxê û Îlonê de şehîd bûne bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Dewleta Tirk li Eyn Îsayê kesek qetil kir
Dewleta Tirk û çeteyên wê Hişê bombebaran kir. Di encamê êrîşê de kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. -
Li Hesekê çalakiya konvedanê: Fikrên Rêber Apo belavî her derê bûn
Di çalakiya konvedanê ya li Hesekê de tecrîda Îmraliyê hate protestokirin û peyama “fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavî her derê bûn” hate dayîn. -
Li Qamişloyê cenazeyên şehîd Seyîd Evran û Aslan Qamişlo hatin veşartin
Li Qamişloyê cenazeyên nûçegihanê ANF'ê û kedkarê Çapemeniya Azad Seyîd Evran û Fermandarê YPG’ê Aslan Qamişlo bi merasîmek girseyî hatin veşartin. -
Dewleta Tirk bombe li leşkerên Şamê barand: 4 birîndar - NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker bombe li hêzên hikumeta Şamê yên li gundekî Şehbayê barand. Di encamê de 4 leşker birîndar bûn. -
Li Efrînê 3 kes hatin revandin
Hêzên dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Mabata, Şiyê û Şerayê yên Efrînê 3 kes revandin. Aqûbeta her sê kesan nayê zanîn. -
QSD'ê ragihand ku serçete El Fedanî hatiye girtin
QSD'ê ragihand ku di encama hevkariya Koalîsyona Navneteweyî û QSD'ê de serçeteyê DAÎŞ'ê Ebû Helîl El Fedanî hatiye girtin. -
Cenazeyên şehîd Seyîd Evran û Aslan Qamişlo têne veşartin
Cenazeyên nûçegihanê ANF’ê û kedkarê Çapemeniya Azad Seyîd Evran û Fermandarê YPG’ê Aslan Qamişlo bi merasîmeke girseyî li Qamişloyê têne veşartin. -
Çavê çiyê, dilê hevrêyên xwe: Seyîd Evran
Ne tenê rê nîşan da, di wê rêyê de meşiya. Hevalê Seyîd hevrêyê wê têkoşînê bû ku dawî lê nayê û her roj hîn mezin dibe. -
Şêniyên Helebê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan
Li Helebê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin. -
Li Hesekê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê dest pê kir
Li Hesekê bi dirûşmeya “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan teminata aştiyê ya gelên Rojhilata Navîn e” çalakiya konvedanê hat destpêkirin. -
QSD: Komên ketibûn Zîbanê hatin derxistin û 20 çete hatin kuştin
QSD’ê ragihand ku komên çekdar ên ketibûn Zîbanê hatin derxistin, 20 çete hatin kuştin û 31 jî birîndar bûn. -
Peyama rojnamevan Seyît Evran ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Rojnamevan Seyît Evran beriya ku bibe şehîd, di peyamekê de ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsiye, wiha gotiye: ‘’Ji vê derê gav bi gav dest bi avêtina gavên şoreşê hatiye kirin.’’