Jinan pirtûkên Abdullah Ocalan xwendin

Jinan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, çalakiya xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk anîn.

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komên xwendinê pirtûk û perspektîfên Abdullah Ocalan dixwînin.

Meclîsa Şehîd Şîlan Kobanê ya Kongra Star a bajarê Helebê jî beriya çend rojan li navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariya gelek jin dest bi xwedina parêznameyan kir.

Jinên beşdarî komên xwendinê dibin, endamên komîn û meclisên Kongra Star in ku niha parêznameya 5`an a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk dixwînin.

25 jinên Kurd û Ereb beşdarî vê komê bûne. Jin, herî zêde rêbazên naskirina rastiya têgehan nîqaş dikin.

Endama meclîsê Meys Şaşo ku beşdarî komê bûye got, "Me gelek sûd ji xwendina pirtûkê û nîqaşên xwe girtiye. Em hewl didin cewher û wateya rastîn a têgehan fêm bikin. Bi nîqaşkirina ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên têgehên modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk, êdî di diyardeya naskirina rastiyê de bêtir zana bûm. Armanca sereke ya lidar xistina van çalakiyan, naskirina projeya Rêveberiya Xweser û rêbazên praktîkkirina wê di nava civakê de ye û çawa wê projeyê ragihînin gelên bindest."