Rêveberiya Xweser: Em ê projeya demokratîk a 19’ê Tîrmehê bi ser bixînin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê de daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê projeya demokratîk bi ser bixînin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 12’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de Şoreşa 19’ê Tîrmehê li gelê herêmê, şehîdên şoreşê hate pîrozkirin û soz hate dayîn ku li ser şopa şehîdan hêviyên wan bînin cih.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê herêmê bi yekitiyê û bi rêya şoreşa xwe ya azad dê Sûriyeya demokratîk ava bike, herêmên dagirkirî rizgar bike û vegereke birûmet ji koçberan re peyda bike, dê terorê tune bike û projeya xwe bi ser bixe, nasnameyê ji tevahî pêkhateyan re misoger bike û siberojeke geş li gorî giyanê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ava bike.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê hate kirin ku ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk û nenavendî, bi gel re hevgirtî bin.