Sabir: Êrîşên Tirkiyeyê nîşan dide ku ew naxwaze ji Sûriyeyê vekişe

Analîstê siyasî Mihemed Sabir, bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û got, "Tirkiye her tim ji bo operasyona leşkerî gefan dixwe. Ev yek jî nîşan dide ku Enqere naxwaze hêzên xwe ji Bakurê Sûriyeyê vekişîne.”

Analîstê siyasî Mihemed Sabir, li ser bangên Tirkiyeyê yên ji bo hevdîtinên bi Şamê re, gefên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên li dijî penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê ji ANF’ê re axivî.

Sabir, anî ziman ku hewldana Erdogan a hevdîtinê bi hikûmeta Şamê re ne geşedaneke nû ye û got, “Ev bang ji Tebaxa 2022'yan ve tên kirin. Ji ber berjewendiyên siyasî û aborî yên bi Şamê re gelek caran têne dubarekirin. Erdogan, Wezîrê Karên derve Hakan Fîdan ji bo ku bi Serokê Sûriyê Beşar El-Esed re hevdîtinekê organîze bike wezîfedar kiriye. Wisa tê hizirkirîn ku mijarên sereke destketiyên Rêveberiya Xweser ya salên dawî û gumanên Tirkiyeyê ya li hember wê bê destgirtin, ji bo wê dixwazin civînek pêk bînin. Weke ku di daxuyaniyên Serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed û hikûmeta Şamê de tê diyarkirin, ew ji bo hemû hewldan û nêzîkatiyan amade ne. Lê belê eger şertên Esad bên qebûlkirin, ev hevdîtin wê pêk were.  Ez bawer nakim ku hikûmeta Sûriyeyê bêyî misogerkirina bidawîbûna dagirkeriya Tirkiyê ya li Sûriyeyê, hevdîtinê pêk bîne.”

Sabir, diyar kir ku tirsa Enqerê ew e ku Rûsya lihevkirineke muhtemel a di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de erê bike û wiha domand, “Eger Enqere bi hikûmeta Sûriyeyê re li hev bike, divê wê demê hêzên xwe ji bakurê Sûriyeyê vekişîne. Lê behsa mijarek wiha nehate kirin. Lihevhatina Sûriyê û Tirkiyê ji bo komên muxalîf ên çekdar ên li Sûriyeyê xeteriye. Wisa xuya ye ku muxalîfên li Sûriyeyê vê yekê napejirînin. Aloziya penaberên Sûriyê yên li Tirkiyeyê wê bên kûrkirin.”

Sabir, da zanîn ku Tirkiyê her tim ji bo operasyona leşkerî gefan dixwe û got ku ev yek jî nîşan dide ku Enqere naxwaze hêzên xwe ji Bakurê Sûriyeyê vekişîne. Sabir got, “Di vê çarçoveyê de gefan li hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser dixwe. Ev yek nîşan dide ku nêzîkbûna Tirkiyeyê bi Şamê re li gorî berjewendiyên siyasî ye. Nêzîkatiyeke ku şert û mercên Sûriyeyê qebûl bike tune ye.”