Çeteyan hewl da bikevin Minbicê, windahî dan û revîn

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ji bo ketina nav gundan, pûç kirin. Çeteyan windahî dan û neçar man birevin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker şevê din saet 11.00’an êrişî gundê Cerad ê kantona Minbicê kir. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişê da û şer derket. Şer derdora 15 deqeyan dewam kir. Di encamê de êrişa çeteyan hat têkbirin.

Saet 02.10’an vê carê çeteyan hewl da bikevin gundê Ereb Hesen ê Minbicê. Li ser bersivdayîna şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê şer derket ku derdora 20 deqeyan dewam kir. Di encama şer de çend çete hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Her wiha çeteyan hewl da bikevin gundên Ewn Dadat û Toxara Mezin. Şervanên Meclisa Leşkerî bersiva da û hewldana wan têk bir.