ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk bombeyan li gundê Kilutê dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li gundê Kilutê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê dibarîne. -
TEV-DEM: Çareserî li Qamişloyê ye
Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Xiso diyar kir ku hevdîtinên yekîtiyê yên navbera PYNK û ENKS'ê sist bûne û bal kişand ser faktora Enqereyê. Xerîb Hiso got, "Divê ENKS bipejirîne ku cihê çareseriyê Qamişlo ye." -
Di êrîşa dewleta Tirk a li Eyn Îsayê de 3 sivîl birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker êrîş bire ser jîngehên sivîlan ên li bakurê Eyn Îsayê. -
Cenazeyê 3 şehîdan li Şedadê spartin axê
Li Şedadê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Mihemed Ilêwî, Hesan Silêman El Hemûd û Mazin Mehmûd El Şêx spartin axê. -
HRE: Li Efrînê 2 dagirker hatin kuştin
HRE'yê ragihand ku li Efrînê di 11 û 16'ê Mijdarê de li dijî dewleta Tirk a faşîst a dagirker û çeteyên wê çalakî kirine. Li gorî daxuyaniyê di her du çalakiyan de 2 dagirker hatin kuştin. -
Dewleta Tirk bombe li gundên Girê Spî û Şehbayê barandin
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gelek gundên Girê Spî û Şehbayê barandin. -
Zeytûnên Efrînê tên talankirin
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku çeteyan dest danîne ser darên zeytûnê, 280 hezar dar birîne û zêdeyî 20 hezar dar jî şewitandine. -
Çeteyan li Bilbila Efrînê 5 sivîl revandin
Çeteyên El Hemzet a girêdayî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Bilbilê ya Efrînê 5 sivîl revandin. -
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd el Muelim jiyana xwe ji dest da
Welîd el Muelim ku ji sala 2006'an ve wezîrê karên derve yê Sûriyeyê bû, jiyana xwe ji dest da. -
Dagirkeran piştî Eyn Îsa û Şerayê Şehba jî bombe kirin
Dewleta Tirk a dagirker, li rojavayê Eyn Îsa sê cih û gundên girêdayî navçeya Şera ya Efrînê û Şehba bombe kirin. -
Dagirkeran Eyn Îsa û Şera bombe kirin
Dewleta Tirk a dagirker, li rojavayê Eyn Îsa sê cih û gundên girêdayî navçeya Şera ya Efrînê bombe kirin. -
Şehîd Ciwan Kefernaya ji aliyê bi hezaran kesan hate veşartin
Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê yê ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû li Efrînê bi tevlêbûna bi hezaran kesan hate veşartin. -
Li Racoyê li dijî dagirkeran helwest
Li Raco ya Efrînê bi sedan kes li dijî zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî kirin. -
Şêniyên Şêrawayê: Em ê heta serketinê li ber xwe bidin
Şêniyên Efrînê yên li herêma Şêrawayê bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û diyar kirin, ku êriş çiqasî giran dibe bila bibe wê heta serketinê li ber xwe bidin. -
HRE'yê şehîdekî xwe yê li Efrînê bi bîr anî
HRE'yê ragihand ku şervanê wan Ciwan Kefernaya di 13'ê Mijdarê de, di berxwedana dijî dagirkeran de şehîd bûye. -
Gundên Eyn Îsayê tên topbarankirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên girêdayî Eyn Îsayê topbaran dikin. -
Artêşa Tirk gundên Şehbayê bombe dike
Hêzên dagirker ên Tirk gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Minîx ên girêdayî Şehbayê bombe dike. -
Çeteyên Tirk li Efrînê 4 sivîl revandin
Çeteyên qaşo ‘polîsên leşker’ ên ser bi koma çete ya bi navê El Nixbê ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Gundê Emara 4 sivîl revandin. -
TEV-DEM: Diyaloga Kurdî û yekîtiya netewî rêya çareseriya aloziyan e
TEV-DEM’ê bal kişand ser provakasyonên PDK’ê yên demê dawî li ser qadên gerîla û aloziyên li herêmê û bang li aliyên Kurdî kir ku rêya diyalogê hilbijêrin. -
Dewleta Tirk gundên Şera bombe kirin
Dewleta Tirk a dagirker 3 gundên navçeya Şera ya Efrînê bombe kirin. -
Dagirker bombeyan li gundewarê navçeya Zirganê dibarînin
Artêşa Tirk a dagirker gundê Enîq El-Hawa yê gundewarê navçeya Zirganê ya Serêkaniyê topbaran dike. -
5 gundên Girê Spî hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker 5 gundên Girê Spî bobmekir. -
Dagirkeran li Efrînê 4 sivîlên din revandin
Dewelta Tirk a dagirker li gundê Emara ya girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê 4 sivîl revand. -
Li Efrînê mayînek bi wesayîta dagirkeran ve teqiya
Li gundê Kefer Şil a rojavayê bajarê Efrîna dagirkirî mayînek bi wesayîta artêşa Tirk a dagirker ve teqiya û leşkerên birîndar hene. -
Yên di Sînemaya Amûdê de hatibûn qetilkirin bibîr anîn
Yên di Sînemaya Amûdê de hatibûn qetilkirin li Helebê hatin bibîranîn.