Endama Konseya Hevseroktiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif derheqê hevdîtinên yekrêziya Kurd a li Rojava, got ew hem ji bo çareya pirsên navxwe yê Kurdan û hem jî ji bo krîza Sûriyê strajiya çareseriyê li ber xwe datînin, di hevdîtinan de ku ev nêzî salekê ye didomin hin gavên serkeftî hatine avêtin û got, ''Girîng e ku Kurd ji bo çareseriyê werin cem hev. Lê van demên dawî xitimiye, hevdîtin rawestiyane.''
Yûsif guhartina ekîba DYE û koalîsyonê ku navbeynkariyê di hevdîtinan de dikin weke sedemekê nîşan da û diyar kir, ''Lê sedema sereke ya xitimandinê ew nêzîkatiya ENKS'ê ye ku Rojava weke şîrketekê dibîne û dixwaze wê par ve bike. Pêvajoya ku Kurd dijîn û armanca van hevdîtinên yekrêziyê ne parvekirina Rojava ye. Armanca me ew e ku hemû aliyên siyasî yên li herêmê û hêz li gorî giraniya wan a civakî bi rengekî demokratîk bikin hevkarê rêveberiyê. Lê ENKS li pey modêla weke ya Başûrê Kurdistanê ye, dixwaze nîvî nîvî were parvekirin. Em jî dibêjin realiteya Rojava, gel û pêkhateyên wê ne weke ya Başûrê Kurdistanê ye, modêla Başûrê Kurdistanê li vir nikare were bicihanîn. Ji ber ku her dever xwedî reseniyekê ye. Modêla ku wê were bicihanîn divê li gorî reseniya Rojava be. Dema ku mirov vê nede ber çavan dixitime.
Sedemeke xitimandinê ev e lê sedema dî jî serdana Tirkiyê ye. Ji ber ku dewleta Tirk hebûn û doza Kurdan înkar dike. Serdana dawî ya ENKS'ê nakokiyên navxwe yên Kurdan zêdetir kir. Ev serdan li nav Kurdan bû sedema nerazîbûnên tund. Di serdemeke wiha de ku êrîşa li ser gelê me zêde dibe, li ser Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê êrîşên hovane dibin û demografiya herêmê tê guhartin, ev serdana ku armanc û sedema wê nayê zanîn tesîreke xirab li hevdîtian dike.
Her wiha wêneyên nûnerên ENKS'ê yên bi kujerên Hevrîn Xele re, dîmenên wan ên bi wan çeteyan re ku her roj gelê me dikujin gavên ji bo yekrêziyê qels dikin. Ev nêzîkatiyên bêberpirsyarî ku guh nadin hesasiyetên gelê me, gavavêtinê zehmet dike û dibe sedema pirsan. Ji ber ku hin xetên sor hene ku em ji wan bi paş ve gav navêjin û li bara van xetên sor divê her kes bi berpirsyarî tevbigere.
Ji ber van sedeman niha xitimandinek heye. Ji ber ku her roj ENKS bi hin şertên ku mirov nikare qebûl bike tê pêşberî me. Tiştên ku dixwaze jî ti hêza siyasî bi serê xwe nikare qebûl bike. Daxwazên ku gel qebûl nake, nikarin bi cih werin hevdîtinan asê dike.''
Yûsif bi bîr xist ku van demên dawî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Eyn Îsa, Til Temir û Şehbayê, êrîşên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî zêde bûne û got, ''Mixabin hem DYE û hem jî Rûsya heta niha hewcehiyên peymana agirbestê nepirsîne, şopandina peymana agirbestê li gorî ya hewce bi cih neanîn. Ev rewş jî zemînê ji êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê re çêdike û wan wêrek dike.''
Yûsif bi berdewamî got miemeleya DAÎŞ'ê bi çeteyên dewleta Tirk re nayê kirin, ev dirûtîyek e, nûnerên van çeteyên ku ji bilî dizî, talan, komkujiyê tiştekî dî nakin niha di komîteya destûrê de ne û got, ''Ev çete dijminên gelên Sûriyê ne. Bi rastî jî heke çareseriyek tê xwestin divê ev avaniyên çete werin feshkirin û eniyeke nû ya muxalefetê were danîn.''
Derheqê têkiliyên wan ên bi rejîma Şamê re Yûsif got, ''Rejîm li ser neçareserkirinê radiweste. Ev jî dibe sedem ku pirsgirêk girantir bibe. Heke ev wiha bidome li Sûriyê krîza aborî û siyasî wê girantir bibe. Her wiha li Sûriyê ya ku rê li dagirkeriyê vekirî rawesta rejîmê ya li ser neçareseriyê bû. Ev rawesta rejîmê, rawesta wê ya li ser neçareseriyê ji bo Sûriyê her ku diçe encamên girantir û sotîner bi xwe re tîne.
Derheqê rêveberiya nû ya DYE'yê û bandorên wê yên li ser Sûriyê got Yûsif bi bîr xist ku dema rêveberiya Obama ji hêla leşkerî ve gavên serkeftî hatine avêtin lê li ser meseleya çareseriya siyasî eynî gav nehatine avêtin û ji rêveberiya nû ew hêvî dikin ku ji bo çareseriya siyasî ya li hemû Sûriyê helwesteke biryardar were nîşandan û got, ''Weke têkoşîna biryardar a li dijî DAÎŞ'ê bi me çareyeke wiha ya siyasî jî divê were dayin.''
Derheqê nêzîkatiya Rûsyayê jî Yûsif got, ''Ji bo çareseriya pirsa Kurd Rûsya diviya bi roleke çêkirinê rabûye lê heta niha Rûsya bi vê rolê ranebûya, ne ku hêza wê têrê nekiriye, li gel ku hêza wê hebûye jî ev nekiriye. Rûsya berjewendiya xwe bi dewleta Tirk re dît û bi vê lîst. Em li hêviyê ne ku Rûsya ji bo çareseriya Rûsyayê bi roleke çêkirinê rabe. Ji ber ku em dikevine sala 2021'an û di şerê Sûriyê de 10 sal tije dibin. Em dixwazin diyar bikin heta Rûsya ji bo çareseriya siyasî gavan bavêje em ê jî keda xwe lê zêde bikin.''
Derheqê peymana PDK-Bexdayê ya li ser Şengalê û rûdanên piştî vê peymanê Foza Yûsif got, ''Em niha xwe li bara Şengalê berpirs dibînin. Her wiha parastin û destekkirina Şengal û Êzîdiyan deynê hemû Kurdan e. Ji niha û pê de jî ji hêla dîplomatîk û siyasî ve em ê li cem Şengalê bin. Ji ber ku xwedîderketina li Şengalê peywireke netewî ye û deynê ser sûkrê hemû Kurdan e.''