Rûsya û Baas temaşayî Tirkiyê dikin
Dewleta Tirk ev pêlek e êrîşên xwe yên li ser herêma Eyn Îsa zêde kirine. Eşîrên li herêmê gotin Rûsya û rejîma Şamê êrîşkariya Tirk temaş dikin û li dijî vê helwest nîşan dan.
Dewleta Tirk ev pêlek e êrîşên xwe yên li ser herêma Eyn Îsa zêde kirine. Eşîrên li herêmê gotin Rûsya û rejîma Şamê êrîşkariya Tirk temaş dikin û li dijî vê helwest nîşan dan.
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê bênavber didomin, dewleta Tirk ku nexasim ji Mijdarê û vir be êrîşên xwe yên li ser Eyn Îsa û başûrê Girê Spî zêde kirine, navenda navçeya Eyn îsa û gundên wê û rêya M4 dike hedef. Ji ber bêhelwesta Rûsya û rejîma Baas a li bara van êrîşan gel ne razî ye. Guman jê tê birîn ku Rûsya bi peymanekê rê li ber dagirkeriyeke dî veke.
Giregirên eşîrên li Girê Spî û Eyn Îsa gotin ew ê li ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyan serê xwe netewînin û li dijî helwesta Rûsyayê û rejîma Şmaê helwest nîşan adan .Hevserokê Meclîsa Hişê Xelîl Îsa Xelîl jî got ew ê xaka xwe bernedin.
Xelîl got ji ber êrîşkariya Tirk gel bêcih û war maye, bang li hêzêz navnetewî kir ku li dijî êrîşên Tirk bêdeng nemînin. Xelîl bi bîr xist ji ber êrîşên dewleta Tirk pirania gel ê ku ji Girê Spî û qadên din ên dagirkirî derketin hatine Eyn Îsa û gundên derdorê. Xelîl got, ''Ti cihê dî nîne ku gel biçe wir, niha dewleta Tirk Eyn Îsa jî bombe dike. Ji van êrîşan armanca wan ew e ku gel çavtirsandî bikin û wan bidin koçberkirin. Xwediyê van xakan em in. Em ê xaka xwe bernedin. Em bang li Rûsya û rejîma Şamê dikin, dev ji temaşevaniyê biqerin. Her roj zarokên me, yixtiyarên me dimirin. Dewleta Tirk çi jî bike em ê dev ji welatê xwe neqerin.''
TI ÇAREYÊ NABÎNIN
Yek ji giregirê eşîra Fîdean Şex Feysal Horan got her roj aka wan, malên wan têne bombekirin, li talan wan didin û rejîma Şamê, Rûsya li gel ku li van deran jî tenê temaşe dikin. Horan got, ''Ti çareyekê nayînin. Li Eyn Îsa gel malên xwe bernade. Nabe ku em mal û milkê xwe berdin. Ji ber vê heta ku ev êrîş rawestin em ê li ber xwe bidin. Berpirs êdî divê çareyekê bibînin. Em welatiyê Sûriyê ne û ev xaka me ye. Ti tiştekî dewleta Tirk li ser van xakan nîe. Ew dagirker e.''
RAYEDARÊN RÛS GUHDAR DIKIN Û BÊDEG DIMÎNIN
Yek ji pêşengê eşîra Şedad Zaîmî Kurdo Uxo jî got, ''Rûsya û rejîma Şamê xwedêgiravî ji bo ku pêşî li êrîşan bigirin hatin vir lê ti tişt nekirin. Em li vir diçine cem Rûsya, dibêjin, ''Her roj li ber çavê we cihên me bombe dikin, zarokên me, jinên me dimirin. Çima hûn deng ji xwe dernaxin?'', ew guhdar dikin, bêdeng dimînin. Tiştekî nakin. Em 200 gund hatin li Eyn Îsa û gundên derdora wê man. Eyn îsa ne vala ye lê êrîş nasekinin.''
RÛSYA Û REJÎM ÇIMA DESTÛRÊ DIDIN DEWLTA TIRK
Ji Girê Spî Hec Îsmalî jî got ew ji ber zilma dewleta Tirk bêgav amne ku werin Eyn îsa û got, ''Em xwediyê van xakan in, dewleta Tirk ne xwediyê van deran e. Ew êrîşê tînin ser van deran û xwe weke xwediyê van deran dibînin. Me ji şûnwarê me dike. Di serî de rejîma Şamê divê berevaniyê li van xakan bike lê tiştekî nake. Em qebûl nakin ku Tirk werin vir û me rê ve bibin. Dewleta Tirk li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî dagirker e, kengî jî be em ê vegerin ser xaka xwe. Divê rejîma Şamê jî bêdeng nemîn. Rûsya û rejîm çima vê derfetê dide dewleta Tirk? ''