Welatiyên Qamişlo ji bo Şengalê meşiyan

Xelkê Tirbespiyê û Girkê Legê yên girêdayî Qamişloyê li dijî ‘Peymana Şengalê’ meşiyan.

Bi dehan pêkhateyên navçeya Tirbepsiyê ya Kantona Qamişloyê meşiyan û bang kirin ku komploya li dijî civaka Êzidî rawestînin û rêz ji vîna wê re were girtin ji bo ku çaranûsa xwe bi xwe diyar bike.

Meş ji ber navenda Kongreya Star a li navçeyê destpê kir. Girseya gel pankartên bi nivîsên “Komkujiya Şengalê nayê jibîrkirin” û alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star û partiyên siyasî rakirin.

Di meşê de endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeyê Xaliye Eyûb û bi navê pêkhateyên navçeyê endamê Meclisa Rûspiyan Hisên Sade axivîn.

Di axaftinên hatin kirin de hate destnîşan kir ku lihevkirina di navbera hikumeta Iraqê û PDK`ê de berdewama komployên li dijî vîna civaka Êzidî ye.

Her wiha diyar kir ku divê civaka navneteweyî civaka êzidî ji qirkirinan biparêzin û şaştiyên berê dubare neke.

Di dawiya meşê de şêniyan sloganên piştgiriya gelê Êzidî û silavkirina berxwedana Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) berz kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Li Girkê Legê jî bi sedan şêniyên navçeyê û gundên girêdayî wê daketin qadan û komploya li dijî gelê Êzidî yê li Şengalê red kir.

Şêniyan alên Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ) hildan û lihevkirina li dijî Şengalê şermezar kir.

Meş ji Qada Şehîd Xebat destpê kir û li naverasta navçeyê veguherî mîtîngê.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeyê Idrîs Ehmed axivî û got: “PDK`ê sala 2014`an xiyanet li Şengalê kir û şêniyênwê bi tenê bi dijmin re rû bi rû hiştin. DAÎŞ`ê jî komkujiyên hovane li dijî gelê êzidî pêk anîn. Lê bi saya piştgiriya Hêzên Parastina Gel (HPG) Şengal ji DAÎŞ`ê rizgar bû û rêveberiya wê ya xweser hate avakirin.”

Ehmed wiha domand: “Hikumeta Iraqê û PDK rêgeza jiyana hevbeş a ku şengaliyan bi xwe xwe ava kiriye, red dikin. Lewra hewl didin destkeftiyên gelê me yê li wir têk bibin. Fitne û şeran derxin. Em ji gelê xwe re dibêjin, em ê alîkariya we bikin û em nahêlin bûyerên 2014`an dubare bibin.”

Meş bi berzkirina sloganên silavkirina berxwedana Şengalê bi dawî bû.