Hêzên Rizgariya Efrînê: 3 leşker û çeteyek hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di 3 û 4’ê Kanûnê de di çalakiyên hêzên wan de 3 leşker û çeteyek hatine kuştin, 4 leşker û 4 çete jî birîndar bûne.
Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di 3 û 4’ê Kanûnê de di çalakiyên hêzên wan de 3 leşker û çeteyek hatine kuştin, 4 leşker û 4 çete jî birîndar bûne.
Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyên xwe yên di 3 û 4’ê Kanûnê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HRE’yê de ev tişt hate diyarkirin:
“Dewleta Tirk a dagirker ku di dîroka xwe de her tim nûnertiya çanda qirkirin, asîmilasyon û pêkanînên dermirovahî li hemberî gelan kiriye, îro jî bi hemû qirêjiya xwe qirkirin û asîmilasyonê li ser gelê me ferz dike. Di wan pêkanînên xwe de bêyî ku cudahî bixe navberê, jin, zarok, kal û pîr hemû beşên civakê dike hedef. Dewleta faşîst ku par di meha Kanûnê de li Til Rifatê zarokan qetil kiribû, îro ji bi heman şêwazê li ser gelê herêmê qetlîaman dimeşîne. Bûyera ku herî dawî li gundê Kîmarê hatibû jiyîn jî mînakek vê yekê ye. Ji bo tolhildan û bersivdayîna wan pêkanînên dermirovahî hêzên me çalakiyên xwe berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de;
Di 3’ê Kanûnê de di destê sibehê de, hêzên me li herêma Efrînê li hemberî baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî brîndar bûn. Herwiha 1 MPT-76, rextê wê, dûrbîneke termal, bêtêlek û telefonek hatin bidestxistin.
Di 4’ê Kanûnê de li herêma Efrînê, hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.
Li hember pêkanînên dermirovahî ya dewleta Tirk yê ku li ser gelê me dimeşîne, çalakiyên me yên tolhildanê wê berdewam bikin.”