Di nava 10 rojan de bi kêmanî 28 sivîl li Efrînê hatin revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Efrînê ragihand ku li Efrînê di 10 rojên borî de 11 jê jin bi giştî 28 kes hatine ji aliyê çeteyên ser bi Tirkiyeyê ve hatine revandin.

Kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên mîna revandin, girtin, xwestina fîdye, talan û dizînê ya li herêmên dagirkirî her roja diçe zêdetir dibe.

11 JÊ JIN 28 KES HATINE REVANDIN

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku agahî spartiye Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo di nava 10 rojên borî de 11 jê jin bi giştî 28 kes hatine ji aliyê çeteyên ser bi Tirkiyeyê ve hatine revandin.

Rêxistinê navên hinek kesên ku hatine revandin ku gihiştiye destê wan jî wiha rêz kir: Gulê Nûrî Reşîd, Mewlûde Mihemed Cabo, Helîme Mûsa, Culye Asya û Mihemed Caro ji gundê Gazê yê navenda Efrînê, Ayşe Hiso Hemîd, Ferîde Mihemed Hisên, Emîne Hemîd Henan, Şefîqe Mihemed ji gundê Baflorê yê navçeya Cindirêsê.

JINEK KUŞTIN

Li gorî rêxistinê, çeteyên koma El-Hemzat jinek bi navê Ayşe Mihemed a ji parêzgeha Humsê jî kuştiye.

REVANDIN Û FÎDYE XWESTIN

Berî niha 30’ê Mijdarê ‘polîsên leşkerî’ yên girêdayî çeteyan li navçeya Raco ya Efrînê jî li ser îstixbarata Tirk sivîlên bi navê Xelîl Mihemed Şeban (60), Rifet Hisên Mihemed (43) û Omer Beyrem Elo (65) direvînin. Malbata Xelîl Şeban ji bo berdanê 338 hezar lîreyê Sûriye didin heta Xelîl diberdin, lê aqûbeta Rifet û Omer jî hê nediyar in.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 sivîlên ku berê revandinbûn ên bi navên Ehmed Arif îbiş û Hesen Arif Oso piştî ku malbatên wan ji bo her yekê 522 hezar lîreyên Sûriyê dane berdan.

Li aliyê din çeteyên bi navê 'polîsên leşker' ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Anqelê yê Şiye ya Efrînê welatiyên bi navê  Îbrahîm Hisên Êlîko (32) ve Delîl Reşîd Êlîko (28) revandine.