Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên ji bo piştgiriya Şengalê
Peymana li ser Şengalê ya ku di navbera hikumeta Iraqê û PDK’e de hatibû çêkirin, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.
Peymana li ser Şengalê ya ku di navbera hikumeta Iraqê û PDK’e de hatibû çêkirin, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.
TIRBESPIYÊ
Helwestên şermezarkirina komployên li dijî Şengalê û civaka Êzidî didomin. Îro di vê çarçoveyê de malbatên şehîdan li navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê hevpeymanên li dijî gelê Êzidî li Şengalê û komployên ku hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Bexda plan dikin, şermezar kirin. Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan hate dayîn. Endama rêveberiya meclisê Nesrîn Hisên daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk, Iraq û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şikandina vîna gelê Êzidî yê li Şengalê ji xwe re kirine hedef.
Her wiha hate diyarkirin ku divê hêzên siyasî yên Kurdistanê berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bînin, rê li pêşiya paşdeçûna rewşa li Şengalê bigirin û nehêlin ku armancên dewleta Tirk di qutkirina Şengalê ji Kurdistanê de pêk were.
DÊRIK
Li herêma Dêrikê bi heman armancê bi dehan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan li meclîsa bajarokê Berav kom bûn û daxuyaniyek têkildarî hevpeymana di navbera Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê de da.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Fêroz Temir daxuyanî xwend. Yekitiyê bi rêya daxuyaniyê komplo û planên li dijî Şengalê şermezar kirin.
Jinên ciwan di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Divê cîhan bizane ku dijminê yekemîn û sereke yê gelê Kurd, dewleta Tirk a dagirker e. Ew dijminê mirovahiyê hemû ye. 73 ferman li dijî Şengalê pêk hatin, lewra divê gelê Kurd vê rastiya bi êş nas bike. Projeya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biratiya gelan û jiyana hevbeş çareseriya tekane ya aloziyên herêmê ye.”
Beşdaran di dawiyê de sloganên silavkirina berxwedana Şengalê berz kirin.
ŞEDADÊ
Di heman çarçoveyê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê daxuyaniyek dan.
Endama meclisê Zehra El-Ehmed û bi beşdarbûna dehan ji endamên saziyên sivîl û leşkerî li Şedadê daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Meclisa Malbatên Şehîdan bi fikar komployên li dijî vîna gelê Êzidî li Şengalê dişopînin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanca sereke ji vê komployê şikandina vîna gelê li Şengalê ye û têkbirina tecrûbeya rêveberiyê ye.
Daxuyanî bi berzkirina siloganên şermezarkirina komployê û piştgirtiya Şengalê, bi dawî bû.