KON-MED ji bo meşa ‘Ji Ocalan re azadî’ bang kir

KON-MED a ji bo meşa ku wê Şemiyê li Stûttgartê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê, bang kir got: “Azadiya Ocalan wê ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn xwedî roleke diyarker be.”

Federasyona Civakên Kurdistanî yên Elmanya (KON-MED) a daxuyaniyek nivîskî da, ji bo meşa ku wê sibe li Stûttgartê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Pêngavên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan hatine destpêkirin, di serî de li Kurdistan, Rojhilata Navîn, Ewropa û gelek cihên cîhanê deng veda.

Azadiya Ocalan wê ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn xwedî roleke diyarker be. Birêz Ocalan ne tenê fîgurekî siyasî ye ku pirsa Kurd çareser bike, heman demê xwedî raman konfederalîzma demokratîk a li Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriye) hatî avakirine.

JI BO DAWÎKIRINA ALOZIYÊN LI ROJHILATA NAVÎN DIVÊ OCALAN BÊ AZADKIRIN

Ji bo dawîbûna alozî û şerê ku dewleta Tirk li Rojhilata Navîn pêşengtiya wê dike, divê di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên azadkirin.

Ji bo wê di serî de bang li hemû ciwan û jinên Kurdistanî yên Elmanya, endamên meclîsên girêdayî federasyonê, endamên saziyên olî, gelê Kurdistanê, dostên şoreşger, sosyalîst û hemû tifaqand ikin ku tevlî çalakiya ku wê 5’ê Kanûnê li Laûtenschlagerstr a Stûttgartê bê lidarxistin bibin.”