​​​​​​​Êrîşên li ser Şehba û Efrînê zêdetir bûne

Dewleta Tirk û çeteyên wê di meha Mijdarê de bi her cûre çekên giran êrîş birin ser Şehba û Efrînê.

Kiryar û sûcên der mirovî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê bê navber didomin. Di meha Mijdarê de jî êrîşê li ser Efrînê bê navber dom kirin.

Bîlançoya êrîşan wiha ye:

“1'ê Mijdara 2020'an di saetên roj de gundên Başemrê û gundê Mezin ên navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê hatin topbarankirin. Heman demê balafirên keşfê û yên şer bê navber li ser herdu gundan geriyan.

2'yê Mijdara 2020'an di saetên roj de gundên Merenaz û Elqemiyê yên Şerayê bi 10 hawan û 20 obusan hatin topbarankirin.

3'yê Mijdara 2020'an di saetên şevê de gundên Merenaz ê Şera û Meyasê yê navçeya Şêrawa bi 10 tankan û 20 hawanan hatin topbarankirin.

4'ê Mijdara 2020'an di saetên sibehê de devera di navbera gundên Soxanekê û Dêrmişmişê yên navçeya Şêrawa bi 18 hawanan hatin topbarankirin.

Şeva 5'ê Mijdara 2020'an gundên Merenaz û Elqemiyê yên Şerayê û gundên Soxanekê, Meyasa û Birc Qasê yên Şêrawayê bi 40 obus û 30 hawnan bê navber hatin topbarankirin.

6'ê Mijdara 2020'an di saetên şevê de, gundên Meranaz û Şiwarxa yên navçeya Şerayê bê navber bi doşkeyan hatin topbarankirin û balafirên keşfê li ser gund geriyan.

7'ê Mijdara 2020'an bi roj û bi şev, gundên Semûqa, Eyn Deqnê û Şêx Îsa yên kantona Şehbayê bê navber bi doşkayan û 19 hawnan hatin topbarankirin.

8'ê Mijdara 2020'an bi roj û bi şev gundên Şêx Îsa, Herbil, Bêlûniyê û Eyn Deqnê yên Şehbayê, Meranaz ê Şera û Birc Qas û Geliya Birc Qas ên navçeya Şêrawa bi doşkayan bê navbera hatin topbarankirin.

9'ê Mijdara 2020'an di saetên şevê de, gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Birc Qas û Geliya Birc Qas bê navber hatin topbarankirin û balafirên keşfê bê navber geriyan.

10'ê Mijdara 2020'an di saetên şevê de, gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Mernaz, Elqemiyê û Meyasa bi dûçka û 32 hawnan hatin topbarankirin û balafirên keşfê jî geriyan.

11'ê Mijdara 2020'an di saetên şevê de, gundên Bêlûniyê, Eyn Deqnê, Meranaz, Malikiyê û Alqemiyê hatin topbarankirin, 4 roketa SPGN li gundê Malikiyê ketin. Her wiha balafirên keşfê bê navber geriyan.

12'ê Mijdara 2020'an di saetên şevê de gundên Meyasê, Birc Qas û Merenaz bi çekên dûçka û BKC hatin topbarankirin û balafirên keşfê bê navber geriyan.

13'ê Mijdara 2020'an di saetên şevê de gundên Merenaz, Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Şiwarxa bi 10 hawnan hatin topbarankirin û balafirên keşfê bê navber geriyan.

14'ê Mijdara 2020'an di saetên şevê de gundên Malikiyê, Kela Şiwarxa, Merenaz, Elqemiyê, Meyasa û Birc Qas bi 10 obus, 30 hawnan hatin topbarankirin û bê navber doşkayan hatin bikaranîn.

15'ê Mijdara 2020'an bi roj û bi şev, gundên Merenaz, Elqemiyê, Soxanekê û Eyn Deqnê bê navber bi dûçkayê hatin topbarankirin, 10 hawan jî li gundê Eyn Deqnê ketin.

16'ê Mijdara 2020'an di saetên şevê de gundên Meyasa, Birc Qas û gundê Mezin bê navber bi dûçkayê hatin topbarankirin û balafirên keşfê geriyan.

17'ê Mijdar di saetên bi şevê de li gundên Meranaz, Elqemiyê û Malikiyê bê navbera balafirkerên keşfê geriyan û dûçka hate bikaranîn.

18'ê Mijdara 2020'an di saetên şevê de, gundên Merenaz û Malikiyê yên Şerayê û Kilûtê yê Şêrewayê hatin topbarankirin, doşkayan hatin bikaranîn, 5 hawan li gundên Kilûtê ketin. Her wiha balafirên keşfê bê navbera geriyan.

19'ê Mijdara 2020'an di saetên şevê de, gundên Bêlûniyê, Eyn Deqnê û Merenaz hatin topbarankirin, 10 hawan li gundên Bêlûniyê û Eyn Deqnê yên Şehbayê ketin û doşkayê hate bikaranîn.

20'ê Mijdara 2020'an di saetên şevê de gundên Merenaz, Malikiyê û Eyn Deqnê bê navber bi dûçkayê hatin topbarankirin, 10 roketên bombetur li gundên Meranaz û Eyn Deqnê ketin û 40 hawan li Merenazê ketin.

21'ê Mijdara 2020'an di saetên şevê de, çeteyan êrîşî xeta Marenazê kir û nêzî 40 obus avetin xeta eniyê.

22'yê Mijdara 2020'an di saetên şevê de gundên Merenaz, Malikiyê û Elqemiyê hatin topbarankirin, 15 hawan li Elqemiyê û 20 li Merenaz ketin, dûçka hate bikaranîn û bê navber balafirên keşfê geriyan.

23'yê Mijdara 2020'an di saetên şevê de li tevahî gundên herêmê balafirên keşfê geriyan, 20 obus li gundên Malikiyê û Şiwarxa ketin, bê navbera gundê Eyn Deqnê bi dûçka hate topbarankirin.

24'ê Mijdara 2020'an di saetên şevê de, gundê Mezin, Eyn Deqnê û Merenazê hatin topbarankirin, 14 hewan li gundê Mezin ketin û gundên Merenaz û Eyn Deqnê bê navbera hatin topbarankirin.

25 û 26'ê Mijdara 2020'an di saetên şevê de gundên Merenaz û Eyn Deqnê bê navber bi doşkayan hatin topbarankirin.

27'ê Mijdara 2020'an di saetên roj şevê de gundên Soxanekê, Malikiyê, Tatmeraş û Şiwarxa hatin topbarankirin, 30 obus li gundê Soxanekê û 20 li gundê Malikiyê ketin û çeka doşka bê navbera hate bikaranîn.

28'ê Mijdara 2020'an di saetên şevê de gundên Merenaz, Malikiyê, Siwarxa, her wiha Til Medîq û Semûqiyê yên Şehbayê hatin topbarankirin, 50 obus li Meranaz, Malikiyê û Şiwarxayê ketin.

29'ê Mijdara 2020'an di saetên şevê de balafirên keşfê bê navber li gundên Şehba û Şera geriyan.

30'yê Mijdara 2020'an gundên Merenaz, Malikiyê û Şiwarxa yên Şerayê hatin topbarankirin. Bê navbera dûçak hate bikaranîn. Bomtetur avetin gundê Merenazê, her wiha Rûsan 40 roketên hewanê avetin nuqteyên çeteyan.”