HRE'yê li Şêrawayê li dagirkeran da: 5 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li gundê Basûtê yê n avçeya Şêrawa ya Efrînê li dagirkeran dan. Di çalakiyê de 5 çete hatin kuştin û 4 wesayitên çeteyan hatin rûxandin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundê Basûtê yê Şêrawayê çalakî kirine.

Daxuyanî wiha ye:

"Di roja 27'ê Mijdarê de, li gundê Basûtê yê navçeya Şêrawayê hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek taybet lidar xistin. Çalakî li dijî baregeheke çeteyan hate kirin û di encamê de 5 çete hatin kuştin û 4 wesayitên çeteyan jî hatin îmhakirin.

Çeteyên dagirker ku di çalakiyên hêzên me de derbên giran xwarin, li hemberî gelê me pêkanînên xwe yên dermirovahî berdewam dikin. Heman rojê çeteyên dagirker li gundê Kîmarê êrîş birin li ser gel û di encama vê êrîşê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû.

Em li vir cardin dubare dikin ku heya ev pêkanînên dermirovahî ku çeteyên dagirker li ser gelê me dimeşîne berdewam bikin, çalakiyên me yên tolhildanê jî bi awayek hîn xurttir berdewam bikin."