Artêşa Tirk gelek sivîl revandin

Artêşa Tirk û çeteyên wê li gundên Basûfan û Kibêşînê yên navçeya Şêrewa ya Efrînê gelek sivîl revandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê avêtin ser malên gundên Basûfan û Kibêşînê yên navçeya Şêrewa ya Efrînê gelek sivîl revandin. Nehate zanîn bê ka sivîlên bi êşkenceyê revandin birine kûderê.

Çeteyên Feylaq El Şam ên girêdayî artêşa Tirk ên li gundê Basûfanê bi cih bûne, 5’ê Kanûnê li gundê Kibêşen a Şêrewayê gelek sivîl revandin.

Navê hinek kesên hatine revandin wiha ne: Elî Kazim Elî (22), Basil Mamed Hisên (22), Samêr Mamed Hisên (35) û Ehmed Hindî Hindî (32).