Dagirker li Serêkaniyê dîrokê talan dikin

SOHR’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker Girê Til Xelef dikole û berhemên dîrokî didize.

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 kîlometre başûrê rojavayê Serêkaniyê li Girê Til Xelef berhemên dîrokî didize.

Dîroka Girê Til Xelef xwe dispêre Beriya Mîladê salên 6 hezaran û tê diyarkirin ku vî girî malovanî ji gelek şaristaniyan re kiriye.

Dewleta Tirk a dagirker ji roja ku axa Sûriyeyê dagir kiriye, polîtîkayên guherandina demografiyê didomîne.

Berê jî derketibû holê ku li Efrîna ku hatibû dagirkirin, li gelek cihên dîrokî berhemên aîdî mirovayetiyê ji aliyê hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatibû talankirin. Di heman demê de dewlemendiyên li ser axê û yên di bin axê de jî tê talankirin.

Herî dawîn derketibû holê ku bi hezaran lître zeyta Efrînê ji ser Tirkiyeyê ber bi Ewropayê ve hatibû şandin.