Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 3 sivîlên din revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 kesên li gundê Bedîna ya naveya Reco ya Efrînê revandin ji malbatan daxwaz kirin ji bo berdanê divê pere bidin.

Sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di serî de li Efrîn û deverên din ên di bin dagirkeriya wê de ne bê navber dewam dike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyê xwecihî çeteyên bi navê ‘Polîsên leşkerî’ li Raco ya Efrînê di 30`ê Mijdarê de bi fermana îstixbaratên dewleta Tirk 3 sivîl ji gundê Bedîna revandin.

Çavkaniyan anî ziman ku navê kesên hatine revandin ev in: Xelîl Mihemed Şeban (60), Rifet Hisên Mihemed (43) û Omer Beyrem Elo (65).

Çavkaniyê destnîşan kir ku malbata Xelîl Şeban ji bo berdanê 338 hezar lîreyê Sûriye da ku bê berdan. Aqûbeta Rifet û Omer nediyar in.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 sivîlên ku berê revandinbûn ên bi navên Ehmed Arif îbiş û Hesen Arif Oso piştî ku malbatên wan ji bo her yekê 522 hezar lîreyên Sûriyê dane berdan.