Dagirkeran Minbic û Eyn Îsa bombe kirin

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Minbic û Eyn Îsayê kirin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, hêzên Tirk ên li gund Şêx Nasir ên Minbicê ku dagir kirine, bi çekên giran êrîşî gundên Erîma û Seyade yên dikevin rojavayê bajar kirin. Êrîş li gorî saeta herêmî saet 19:30’î pêk hat.

Berî bi qasî nîv saetê jî dest bi bombekirina rêya M4 a navneteweyî û derdorî navçeya Eyn Îsayê kirin.