Dewleta Tirk li Efrînê 7 hezar darên zeytûnê birîn

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê di nava mehekê de 7 hezar darên zeytûnê birîn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku bajarê Efrînê dagir kirine, ji 18`ê Adara 2018`an de wêrankirina xwezaya Efrînê dewam dike.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê birîna û rakirina 7 hezar darên zeytûnan li gundê Meydankê yê girêdayî navçeya Şera di Mijdara borî de, belge kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 19`ê Mijdara borî de 350 darên zeytûnan ên gundê Qizil Paşa yê navçeya Bilbilê birin.

Li gorî daneyên nefermî, ji destpêka dagirkirina bajarê Efrînê ve 280 hezar dar hatin birin.