Ebdî: Di 2021’an de wê derfetên çareseriya demokratîk bi pêş bikeve

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ji Ronahî Tvyê re axivî û diyar kir dibe ku di sala 2021’an de piçekî be jî derfetên çareseriya siyasî bi pêş bikeve û bal kişand ser êrîşên Tirkan.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ji Ronahî Tvyê re axivî. Ebdî di axaftina xwe de gelek mijarên di rojevê de nirxand.

XETEREYA DAÎŞ’Ê

Ebdî diyar kir ku DAIŞ ji bo herêmê hê jî metirsiyeke mezin e û got, “Li şert û mercan digere ku wekî metirisiyeke mezin careke din derkeve holê. Ger ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê lawaZ bibe, wê careke din derkeve holê. Mînak pirsgirêka DAIŞ’ê ya xwe fînansekirinê nîne. Li hinek çolên di bin serweriya hikumeta Şam û Iraqê de kampên wan hene. Li wan deran çeteyên xwe perwerde dikin û êrişî herêmên me dikin, sivîlan qetil dikin. Ji bo wê jî xeteriyeke mezin e. em her tim ji Koalîsyona Navneteweyî re jî dibêjin divê di vê warî de kêmasî neyên kirin. Ji ber ku têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê lawaz bibe, wê ji bo hemû cîhanê xeteriyeke mezin be. “

DIYALOGA DI NAVBERA HÊZÊN KURD DE

Ebdî ji bo diyaloga di navbera hêzên Kurdan de jî got ku, “Diyalog hîna berdewam e, lê ev demeke me navber dayê. Şandeya ENKS’ê demekê çûbû derve, nûnerên emerîkayê garantor ku tev li van hevdîtinan dibû ne amade bûn, ji ber wê me navber da hevdîtinan. Hêviya me ew e ku dema ev alî amade bûn, diyalog dîsa berdewam bikin.

Li gor nêrîna min, hinek karên baş hatin kirin. Li ser yekitiya Kurdên Rojava hinek pirsgirêk hebûn, kêmek be jî hatin çareserkirin. Ya ku me ji wan hevdîtinan fêm kir ew bû ku ger ku Kurd bixwazin dikarin di nava xwe de pirsgirêkên xwe çareser bikin û yekitiya xwe ava bikin.  Hinek pirsgirêk hebûn, hinek mijarên siyasî yên bi nakok hebûn, ev nakokî hatin derbaskirin. Hem nêzîkatiyên me yên ji rejima Sûriyê re, hem ji hinek hêzên derveyê wê herêmê re, em gihîştin nêrîneke hevpar.

Li ser şêwazê birêvebirina Rojava jî, em gihîştin lihevkirinekê. Her çiqas hîna neketibe meriyetê jî li ser ku wê ENKS’ê çawa tev li Rêveberiya Xweser be jî, em gihîştin nêrîneke hevpar. Bi nêrîna min, pirsgirêka ku mane jî ne yên bingehîn in, evna dikarin bi rêya diyalogê bêne çareserkirin. Dema ku her du alî hezar bin, wê diyalog berdewam bikin.  Li Rojava divê lihevkirinek çêbibe. Ji ber ku cara yekemîn e li ser axa Rojava diyalogên wisa çêdibin. Ev di çarçoveya hevdîtinên li Qamişlo de pêş dikevin. Bi nêrîna min, ji bo ku ev pêvajo bigihêje serkeftinê, divê her kes hîn bêhtir kar bike.”

CIVÎNA KNK’Ê

Ebdî ji bo hewldanên KNK’ê yên ji bo yekîtiya Kurdan jî got ku, “Civîna ku KNK’ê bi Yekitiya Parlamanterên Kurdistanê re çêkir, ez jî beşdarê bûm. Kurdistan êdî ne Kurdistana 20 sal berê ye. Beriya salên 2000’î şer di navbera hêzên Kurdî de diqewimî, hêzên başûrî di nava xwe de şer dikirin, di navbera PKK’ê û PDK’ê de jî şer qewimî, lê belê ev pêvajo êdî li pey me man. Hêz hatin guhertin, raya giştî ya Kurdî çêbû, dostên me êdî hene. Ji ber wê hêzeke ku bixwaze şer derbixe, wê ji xwe re alîgiran nebîne.

Di vê dema kurt ya ku alozî tê de hat jiyîn de, yek ferdek an jî rêxistineke Kurdan negot ez alîgirê şer im. Berevajî wê her kes li beramberê wê sekinîn. Partî û hêz li beramberî wê sekinîn. Iraq jî di nav de gelek dostên me yên navneteweyî û herêmî li hemberî vê tiştî nerihetî û metirsiyên xwe anîn ziman. Ji ber wê êdî kes piştevaniya şerekî wisa nake.

Rewşeke wisa wê zirarê bide destkeftiyên Kurdan. Kîjan hêz bikeve nava şerekî wisa, wê gelê Kurd wan efû neke. Niha em jî ji bo ku pêşiya şerekî wisa bigirin, têdikoşin. Wekî hêzên Rojava hewldan û helwestên me jî di vê alî de ne. Bangawaziya me jî ew e ku pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Çawa ku PKK û PDK’ê 20 sal in pirsgirêkên xwe bi rêyên diyalogê çareser dikin, divê ji niha şûnde jî wisa be. Ji ber ku ti rewşeke nehatiye guhertin. Lê ger ku aliyek bixwaze êriş bike, em wekî hêzên Rojava em li beramberî wan bisekinin. Em ê bi ti awayî vê qebûl nekin. Di vê alî de helwesta me pir zelal e. Em ê ti carî qebûl nekin ku aliyek rewşeke defacto derbixe holê. Ji ber ku rewşeke wisa wê zirareke mezin bide Şoreşa Rojava. Destkeftiyên ku 10 sal in bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, wê jê bandor bibin. Mînak, we behsa diyaloga di navbera Kurdan de kir, ev jî wê jê bandor bibe. Cihê ku şer lê hebe, ne gengaze ku diyaloga di navbera Kurdan de berdewam bike. Ji ber ku têkiliyên her du aliyan jî hene, wê jê bandor bibin. Mînake, ciwanên Rojava di nava PKK’ê de ne, ma dibe ku evna jê bandor nebin. Ji ber wê, yên ku xwe wekî hêza neteweyî pênase dikin li hemberî tiştekî wisa, li hemberî şerekî wisa bisekinin. Bi taybet divê li hemberî aliyê ku şer ferz dike, bisekinin û xwedî helwesteke zelal bin.

Di 2014’an de li Dihokê peymanek hate îmzekirin. Di wir de mijareke girîng hebû. TEV-DEM û ENKS’ê j bo yekitiya neteweyî peymanek îmze kirin. Her du aliyan ji bo ku alîkariya Rojava bikin, bang li PKK’ê û hêzên Başûrê Kurdistanê kirin. Ev biryareke di cih de bû, di heman demê de helwesteke xwezayî bû jî. Ji ber ku ew hêz ne dostên me ne, birayê me, em bi xwe ne, em yek in. Jixwe di şerê Kobanê de hêzên Kurdan hatin alîkariya me, herî zêde jî hêzên PKK’ê hatin. Bi hezaran gerîla li wir şehîd bûn. Bi salan li gel me şer kirin. Ji wan 4 hezar kes şehîd bûn û heta dawiya li kêleka me şer kirin. Berî DAIŞ’ê li hemberî Nusra û El-Qaîdeyê şerekî mezin da û xelkê Rojava parastin. Em wek xelkê Rojava û wekî hêzên parastinê tenê dikarin ji bo PKK’ê û hêzên dîtir spasiya xwe pêşkêş bikin.

Ev rewş rastiya gelê Kurd derdixe holê. Ger sibê jî li vir şerek derbikeve, hêzek bixwaze êrişî me bike, em ê careke din alîkariyê ji hêzên Kurdan bixwazin. Ev jî heta dawiyê bi her awayî tiştekî pir xwezayî. Ev mijareke dîtir e, lê birêvebirina Rojava jî mijareke dîtir e. Hinek kes van her duyan tevlîhev dikin. Em wek hêzên Rojava dixwazin bi hêzên din ên Kurdan re têkiliyên xwe pêş bixin. Ji ber ku em Kurd in û pêwîstiya me hemiyan bi hev heye. Lê xwebirêvebirina Rojava bi serê xwe mijareke din e. Ev karê xelkê Rojava û rêveberiya Rojava bi xwe ye. Qada me qadeke mezin e, qadeke 5 qatî Lubnanê ye. Bi milyonan mirov li vir dijîn. 7 herêmên Rêveberiya Xweser hene. Nîvê wê herêmê ji gelê Ereb û gelên dîtir pêk tê. Rêveberiyên me hene, hêzên me yê parastinê hene. Helbet wê gelê Rojava xwe bi rêve bibe. Li herêmê gelek pêkhate hene, wê biryara xwe bi xwe bidin. Alîkarîgirtin tiştekî cuda ye, lê xwebirêvebirin mijareke cuda ye.

Em niha di nava lêgerînekê de ne ku em ê çawa karibin rêveberiya xwe mezin bikin û pêş bixin. Em hewl didin ku wek rêveberî em bibin xwedî biryarên mezin. Ji ber wê ev her du mijarên ku me behsê kirin, divê neyên tevlîhevkirin. Em ê ji hêzên Kurdan alîkarî bigirin, lê rêveberiya Rojava mijareke cuda ye. “

ÊRÎŞÊN LI SER ŞENGALÊ

Ebdî diyar kir ku di navbera Şengal û Rojava de têkiliyeke taybet heye û got, “Ya rast, di navbera Şengal û Rojava de têkiliyeke taybet heye. Di navbera me de têkiliya dîroka nêzîk heye. Di fermana 2014’an de, dema ku em çûn alîkariya gelê Êzidî me li wê derê nêzî 300 şehîd da. Me koorîdoreke mirovî vekir û gelê Êzidî gihand herêmeke bi ewle. Ji ber wê, pêşeroja gelê Êzidî me jî eleqedar dike û me di vê derbarê de nêrînên xwe bi aliyan re jî parve kir. Me hem bi Iraqê re, hem jî bi Koalîsyona Navneteweyî re ev nêrîna xwe parve kirin û me helwesta xwe danî holê. Ev helwesta me wê berdewam bike. Me ji her kesî re got ku xelkê Êzidî ne bi tenê ye û me ev nîşanî her kesî jî da. Rast e, Şengalê parçeyekî Iraqê ye lê me jî eleqedar dike. Berê her tiştî, xwebirêvebirin mafê gelê Êzidî yê bingehîn e. gelê Êzidî gelekî ferman jiyan kiriye. Ji ber wê li hemberî derve baweriya wan şikestiye. Ji bo wê jî ya herî rast ew e ku ger wê li Şengalê peymanek anku çareseriyek çêbibe divê îrade gelê Şengalê jî esas bê giritn. Çareserî tenê bi vê gengaz e. tişta ku me helwest nîşan da û em li hember derketin ew bû ku vîna gelê Şengalê tev li vê peymanê nekirin.

Bê guman, pirsgirêk wê bi lihevkirin û peymanê çareser bibe, lê divê vîna gelê Şengalê jî esas bê girtin. Hêzên wan ên parastinê hene, hêza wan a siyasî heye, bi salan e xelkê Şengalê diparêzin. Li hemberî DAIŞ’ê şer kirin û şehîd dan, ji ber wê divê fermî bên naskirin. Divê bibin parçeyekî vê peymanê. Divê parastina gelê xwe berdewam bikin. Pêwîstiya gelê Şengalê jî bi vê heye. Ger ku wê îdareyek çêbibe, divê yên ku heya niha gelê Şengalê parastina û birêxistin kirin jî di nav de cih bigirin. Di diyarkirina qayim meqamê Şengalê de jî divê vîna gelê Şengalê esas bê girtin. Em ê di vê mijarê de jî heya dawiyê li cem gelê Şengalê cih bigirin. Em ê li gel YBŞ’ê û hêzên din ên parastinê jî berdewam cihê xwe bigirin.”

XEBATÊN MSD’Ê

Ebdî ji bo xebatên MSD’ê jî got ku, “Ev kongre piştî amadekariyên dem dirêj hate lidarxistin. MSD amadekariyên wê dikir. Gelek kes û derdorên cuda jî tev li vê kongreyê bûn, biryarên girîng hatin girtin. Rêveberiya Xweser di dema şer de hate avakirin, pir bi hêsanî derneket hole. Di şert û mercên pir zehmet de hate avakirin. Ji ber wê jî gelek aliyên wê yên kêm hene divê bên temamkirin. Di vê demê de hinekî xwestekên gel jî çêbûn. Bê guman, rêveberiyê gelek karên girîng jî kir, lê hîn kêmasiyên cidî jî hene. Lê divê êdî em bikevin pêvajoyeke nû. Pirsgirêkên ku gel li bendê ye em çareser bikin, divê em zû çareser bikin. Biryarên ku hatine girtin di esas de bernameya me ya 2021’an e. Ji ber wê jî pirsgirêkên ku bûn rojeva kongreyê û li ser wan biryar hatin girtin, ji bo ku bên çareserkirin divê kar û xebateke mezin bê kirin.”

Ebdî di dawiya axaftina xwe de jî got ku, “Em dikevin saleke nû. Lê xeterî berdewam e. dijminên me dixwazin êrişên nû pêk bînin, dixwazin Rêveberiya Xweser tesfiye bikin. Divê gelê me xwe li hemberê rewşeke wisa amade bike. Em wek hêzên parastina xwe amade dikin. Em amade ne ku her êrişeke ku çêbibe jî bişikînin û vala derbixin.

Divê sala nû ji bo Rojava bibe sala pêngaveke nû. Hêviya me ji gelê me ew e ku xwedî li şoreş û destkeftiyên xwe derbikeve. Divê hîn bêhtir beşdarî Rêveberiya Xweser bibe. Divê me ji pêşeroja xwe bi hêvî û bawer bin. Derfetên me ji yên dijmin zêdetir in. ji bo wê jî divê me bi coşeke mezin têbikoşin û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin. “