Li Zirganê ji ber mayîna Tirkiyeyê 2 kes birîndar bûn

Li herêma Zirganê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mayieneke dewleta Tirk teqiya û du ciwan birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin li gundê Esediyê yê Zirganê Mûstafa Cûma Abdullah (20) û Abdulcelîl Mihemed Abdullah (18) dema li ser erdê xwe bûn, teqînek çêbû.

Her du birîndar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat a li Dirbêsiyê.

Hate diyarkirin ku rewşa birîndaran baş e û ji ber mayina dewleta Tirk teqîn çêbûye.