ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir
YPG’ê diyar kir ku şervanê wan Agir Efrîn ji ber nexweşiyê di 23’ê Kanûnê de şehîd bûye. -
Têkildarî êrişên li ser Zirgan û Til Temirê QSD’ê daxuyanî da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Zirgan û Til Temirê ku 4 sivîl şehîd bûbûn daxuyaniyek da û diyar kir 3 çete hatine kuştin. -
Cenazeyê şervanê şehîd El-Kenas hate veşartin
Bi sedan kesên ji Hesekê û Til Temirê cenazeyê şehîd Newres El-Kenas veşartin. -
‘Em ê li her cihê bibin dengê girtiyan‘
Kurd li çar bajarên Siwîsreyê li dijî zext û pêkûtiyên li ser girtiyên di girtîgên Tirkiyeyê de derketin qadan û gotin: “Ji bo êdî li girtîgehên Tirkiyeyê girtî jiyana xwe ji dest nedin, em ê li her derê bibin dengê girtiya.“ -
Li Qamişloyê şehêdên meha Mijdar û Kanûnê hatin bîranîn
Meclîsa Malbatên Şehîdan û malbatên şehîdan ên Qamişloyê 135 şehîdên meha Mijdar û Kanûnê yên di cih û salên cuda de di berxwedana li hember DAIŞ û dewleta Tirk de şehîd bûne, bi bîr anîn. -
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 4 ciwan revand
Dewleta Tirk li gundê Maratê ya Efrînê 4 ciwan revand. -
QSD: DAIŞ û Tirkiye hemwext êrîş dike
Li bajarokê Deşîşe yê gundewarê Hesekê çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîta bombebarkirî êrîş kir. QSD’ê wesayîta bombebarkirî bê bandor kir û der barê êrîşê de daxuyanî da. QSD’ê anî ziman ku çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk hemwext êrîşî herêmê dike. -
Rûspiyên herêma Cizîrê: Divê teror û dagirkeriya dewleta Tirk were bidawîkirin
Rûspiyên li herêma Cizîrê li hemberî êrişên ku dewleta Tirk li Til Temir û Zirganê kir, nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî dan. -
Êrişên li ser Til Temir û Zirganê dewam dikin
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeyên Zirgan û Til Temirê yên Kantona Hesekê dewam dikin. Di van êrişan de herî kêm 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 17 kes jî birîndar bûn. -
Li Zirganê hejmara birîndaran zêde dibe
Di êrişên doh ên dewleta Tirk de yên li ser Zirganê, 7 sivîl birîndar bûn. -
Êrişên dagirkeran ên li ser Zirganê didome
Di êrişên dewleta Tirk ên li ser Zirganê ku ji duh ve didome jinek birîndar bû. -
Ciwanên Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan
Bi sedan ciwanên Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan. -
Li Til Temirê 3 çete hatin kuştin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker vê sibehê êrîşî gundên Um El Kêf ê Til Temirê kir. Li hemberî êrîşê Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê bersivek xurt da çeteyan û di encamê de 3 çete hatin kuştin. -
Çalakiya Sêmalka didome: Em ê paşde gavê neavêjin
Nobeta malbatên daxwaza cenazeyên şehîdên xwe dikin di roja 79’an de berdewam dike. Di çalakiya nobetê de çalakgeran anî ziman ku ew ê tu carê paşde gavê neavêjin. -
SOHR: 90 jê zarok 467 sivîlên Sûriyeyî li ser sînorê Tirkiyeyê hatin kuştin
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda xwe li Londonê ye diyar kir ku ji destpêka "şoreşa Sûriyeyê" û vir ve 90 jê zarok herî kêm 497 sivîl ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin kuştin. -
Êrişên dagirker: Li Til Temir û Zirganê xisareke mezin çêbû
Dewleta Tirk êrişî Til Temir û Zirganê ya kantona Hesekê kiribû. Di van êrişan de herî kêm 4 kesên sivîl şehîde bûn, 7 kes birîndar bûn. -
Li Zirganê ku bombe li sivîlan hate barandin, bîlanço giran bû
Di êrişa dewleta Tirk a dagirker de ku êvara Sêşemê li navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê hate kirin, hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 4 kesan. -
QSD: Li Til Temirê şerekî giran diqewime
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê ragihand ku dewleta Tirk êrişeke giran dibe ser gundê Um El Kêf ê Til Temirê û li herêmê şerekî giran diqewime. -
Dewleta Tirk êriş bir ser Til Temirê
Dewleta Tirk a dagirker êriş bir ser gundê Um El Kêf ê navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê. -
30 top li Zirganê ketin, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser êrişa dewleta Tirk a li Zirganê daxuyanî da û diyar kir ku herî kêm 30 top li herêmê ketin û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
SOHR: Di salekê de zêdetirî 180 jin û 350 zarok hatin qetilkirin
Li gorî rapora SOHR’ê di sala 2021'an de li Sûriyeyê zêdetirî 180 jin û zêdetirî 350 zarok hatine kuştin. -
Li Zirganê 3 kes şehîd bûn, 3 zarok birîndar bûn - NÛ BÛ
Di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî gundê Rebîat ê Zirganê de sê kes şehîd bûn û 3 zarokên bira birîndar bûn. -
Nobeta Sêmalkan di roja 78’an de berdewam dike
Nobeta malbatên daxwaza cenazeyên şehîdên xwe dikin di roja 78’an de berdewam dike. -
Dewleta Tirk Zirgan bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker bajarokê Zirganê yê Hesekê bombe kir. -
Şehîd Lezgîn Osman hate veşartin
Şehîd Lezgîn Osman li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hate veşartin.