MXDŞ'ê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir

MXDŞ'ê salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê pîroz kir û destnîşan kir ku azadiya daîmî ya gel bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan dibe.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Cejna avabûna PKK'ê em li malbatên şehîdan, her wiha di şexsê Rêber Apo de li tevahiya gelê Kurd û hemû civakên azadîxwaz pîroz dikin. PKK'ê bi saya bedelên giranbuha kariya bibe malê hemû civakên bindest û gelên azadîxwaz. Çawa ku PKK 46 sal in xwedî li hemû gelên bindest derketiye, divê gel jî ti carî xwe ji PKK'ê qut neke û piştgiriyê bide têkoşîna azadiyê."

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Ne tenê vê rojê, divê her rojê em ji bîr nekin ku têkoşîna me bi saya şehîdên azadiyê û Rêbertî gihîştiye vê astê. Bi saya şehîdan gel û hêzên xwe li ser fikrê neteweya demokratîk bi rêxistin kirine, têkoşîna xwe gihandine asta serketinê. Çawa ku beriya avabûna PKK'ê hêviya jiyanê di ruhê gelê Kurd de hatibû  hilandin, bi heman awayî di sedsala 21'ê de di dema ku çeteyên hov bi ser  civaka me de hatin, hêviya jiyanê di ruhê gelê me de nema bû. Lê bi fermana Rêber Apo gerîla gerîla xwe gihandin warê Derwêş û Edûla û li çiyayê Şengalê xwedî derketin, sala 2014'an  jî me re bû mîna roja damezrandina PKK'ê. Ji ber di wê rojê de hêviya jiyanê careke din li bedena her takekî civaka me ya Êzidî vegeriya.

'PKK ROJA HEBÛNA CIVAKA ME YE'

Divê gelê me zanibe û bêdudilî hebûna PKK'ê ji xwe re hêza bê sînor bibîne û bi vê ferasetê li rêveberiya xwe, destketiyên xwe, şehîdên tevgera azadiyê û pêşengiyên civaka xwe xwedî derkeve. Roja avabûna PKK'ê weke roja hebûnê bibîne.

Hêzên serwer ên ku pêşketinên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK’ê li herêmê geş kiriye li hemberî xwe metirsîdar dîtin, ev tekoşîna ku tê meşandin bi şexsê Rêber Apo ve girê dan. Lewma dewletên serdest xwestin PKK'ê bi dîlgirtina rêbertî tine bikin. Lê gelê Kurd ev yek qebûl nekir û têkoşîna xwe hîn mezin kir. Ji ber wê jî sal bi sal tecrîda liser Rêber Apo giran kirin û xwestin gel ji rêbertiya wan qut bikin. Niha rêber Apo hesabê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya gelên bindest dide. Ji bo ku em bibin bersiv ji pespektîfên ku Rêber Apo dane me û  em li ser jiyan dikin, pêwîste em jî li Rêber Apo xwedî derkevin. Gelê me, li her deverê gavên mezin ber bi azadiya xweve avêtine. Lê ya ku divê were fêmkirin ew e, azadiya ebedî ya gelê Kurd bi azadiya fîzikî ya Rêber Apo re ye. Heta Rêber Apo li girava Îmraliyê ye, em nikarin bêjim me azadiya xwe ya dayîmî bi dest xistiye."