Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Til Temir û Zirganê daxuyanî da. QSD'ê bal kişande ser îddîayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ku dibêje şervanên wan hatin şehîdxistin jî got: "Dewleta Tirk a dagirker bi nûçeyên derew ên bi vî awayî hewl dide ku raya giştî û ragihandina cîhanê bixapîne û êrişên xwe rewa bide nîşandan."
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
"Roja 21'ê Kanûnê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wan di bejahî de êrişê gundewarên Til Temirê kirin. Bi bersivdayîna yekîneyên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê re ev êriş hatin şikandin.
Artêşa Tirk û çeteyên wê bajaroka Zergan a girêdayî Til Temir û gundên wê bi awayek dijwar topbaran kirin. Ev topbaran li hember gundên Um Işbê, Dawûdiyê , Eyin El Hewa, Rebîat, Esediyê, Hemra, Ezîziyê, Um El Kêf, Til Şinan, Tewîla, Til Tewîl, Til El Werid, Bobe, Xedrawî, Bisîs Foqanî hat kirin. Di wan topbaranên ku li rojên 21 û 22'yê Kanûnê de hatin kirin de 4 welatiyên me jiyanê xwe ji dest dan û 14 welatî jî brîndar bûn. Her wiha di wan topbaranan de 3 leşkerên rejîma Sûriyeyê jî birîndar bûn.
Roja 22'yê Kanûnê di saet 09:00'an de li derdora gundê Um El Kêf ku li bakurê Til Temirê ye di encama tevgerê çeteyan de hêzên me bersiv dan çeteyan û di pêvçûnan de 3 çete hatin kuştin.
Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ragihandibû ku roja 22'yê Kanûnê 10, li roja 23'yê Kanûnê jî 2 şervanên me ji aliyê wan ve hatine şehîdxistin. Ji wan nûçeyan jî diyar dibe ku dewleta dagirker welatiyên sivîl yên ku di topbarana wan de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne wekî şervanên me dide nîşandan. Dewleta Tirk a dagirker bi nûçeyên derew a bi vî awayî hewl dide ku raya giştî û ragihandina cîhanê bixapîne û êrişên xwe rewa bide nîşandan. Lê wekî me ragihand yên ku êriş dikin û hemû qaîdeyên şer îhlal dikin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ne."