TEV-DEM: PKK'ê dîroka zilm û înkarê tine kir

TEV-DEM'ê bi daxuyaniyekê salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "PKK'ê dîroka zilm û înkarê tine kir."

Bi boneya 46`emîn Salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek nivîskî weşand.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Em vê boneyê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, têkoşerên gava yekemîn, malbatên şehîdan, berxwedêrên di zindanan de û li tevahî gelê xwe pîroz dikin.

Avabûna PKK`ê di 1978`an de, avabûneke ji rêzê bû, mîna ku partiyeke Kurdistanî nû avadibû. Lê belê vejîna jiyanê ji nava pencên qirkirin, tunekirina gelê Kurdistan û doza Kurdistanê bû. Faşizma Tirkiyê beriya avabûna PKK`ê ketibû wê baweriyê de ku êdî ne gelê Kurd û ne jî doza Kurdistanê heye.

Bi têkbirina şoreşa Agirî ya 1930`an û şoreşa Dêrsimê ya 1936`an re, faşizma Tirkiyeyê Îlana mirina doza gelê Kurd û Kurdistanê kiribû. Lewra avabûna PKK dîrokeke ji inkar û pişaftinê hilweşand.

Li hember zîhniyeta inkara gelan, PKK di kesayeta rêhevalên mîna Kemal Pîr, Heqî Qerar û  şehîdên doza azadiyê biratiya Kurd, Tirk û tevahiya gelên li Rojhilata Navîn daye pêş. Ji bo Rojhilateke azad, wekhev û rakirina zordariya mîtinger û desthilatdaran bi hezaran şehîd  pêşkêşî mirovahiyê kiriye.

Em weke TEV-DEM di dema ku em partiya vejînê di 46 saliya wê de pîroz dikin û bi minetdarî  kerwanên despêkê yên azadiyê, şehîdên mîna Mezlûm Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Zîlan, Bêrîtan, Rîhan, Sakîne, Mahsûm Korkumaz Fermandarê Pêngava 15`ê Tebaxê de bi bîr tînin.

Em bang li hemû sazî û dezgehên mafê mirovan dikin ku PKK ji nava `lîsteya bê bext ya terorê` bê derxistin (PKK ne terore, li hember terora dewletê têdikoşe) û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê pêkanîn.”