SOHR: Di salekê de zêdetirî 180 jin û 350 zarok hatin qetilkirin
Li gorî rapora SOHR’ê di sala 2021'an de li Sûriyeyê zêdetirî 180 jin û zêdetirî 350 zarok hatine kuştin.
Li gorî rapora SOHR’ê di sala 2021'an de li Sûriyeyê zêdetirî 180 jin û zêdetirî 350 zarok hatine kuştin.
SOHR’ê di raporekê de diyar kir ku îsal li Sûriyeyê zêdetirî 182 jin hatine kuştin. Ji wan; 28 jin di encama teqîn û mayînan de hatine kuştin, 15 jin bi guleyên nenas hatin kuştin û 44 jin di encama rewş û rêbazên cuda de mîna malbatî, eşîrtî û guleyên bêserûber hatine kuştin. Her wiha 45 jin di encama topbaran û guleyên hêzên hikûmeta Şamê de, 16 jin bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. 12 jin bi rewşên nediyar hatine kuştin. Di girtîgehên hikûmeta Şamê de jinek ji ber îşkenceyê hat kuştin û 8 jî ji ber teqînên erebeyên bombebarkirî hatine kuştin.
Li gorî rapora SOHR’ê, 41 hezar û 312 jin hîna di girtîgehên hikûmeta Şamê de ne û ji destpêka krîza Sûriyê 2011’an ve 20 hezar û 315 jin hatine windakirin.
SOHR agahiyên xwe dispêre şahidên di girtîgehê de û destnîşan kir ku gelek azar di girtîgehan de kişandine û rojên pir dijwar derbas kirine. Di tevahî cureyên lêdan û şêweyên tundiyên cesedî, derûnî, cinsî û gotinên nebaş re derbas bûn, ji bilî wê jî birçî, tî diman û karên giran bi wan dihatin kirin.
Her wiha SOHR’ê diyar kir ku ji destpêka 2021’an ve 359 zarokên kêmî 18 saliyê bi rêbazên cuda hatine kuştin; zarok bi topbaranên dagirkeriya Tirk an jî bi destê leşkerên Tirk ên li ser sînor an jî bi topbaranên hêzên hikûmeta Şamê, Rûsya yan jî bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Li gorî SOHR’ê ev hejmar asta azar û zirarên bi zarokên Sûriyê û pêşeroja wan bûne nîşan didin, piştî ku ji mafên xwe yên jiyana hatin mehrûmkirin.
Di encama şer û cezayên bênavber ên gelek aliyan rewşa aborî krêtir bû, wê jî zarok neçar kir ku kar bikin û rastî bikaranînê û heqaretê werin.