Êrişên dagirkeran ên li ser Zirganê didome
Di êrişên dewleta Tirk ên li ser Zirganê ku ji duh ve didome jinek birîndar bû.
Di êrişên dewleta Tirk ên li ser Zirganê ku ji duh ve didome jinek birîndar bû.
Dewleta Tirk a dagirker û artêşa ku ji çeteyên DAÎŞ, El Nusra û yên wek wan avakirî ji duh ve bi rengekî giran Zirganê topbaran dikin.
Şeva berê di encama artêşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de 4 sivîl şehîd bûn û 10 kes jî birîndar bûn. Vê êvarê jina bi navê Fatme Elî Mehbûb (35) ê ji bajarok birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Hesekê.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê malên bajarokê Zirganê bi dijwarî topbaran dikin. Her wiha gundên Dada Ebdal ê li bakurê rojavayê bajarokê Rebîat û Muheremê topbaran dikin.